Li Sersingê teqîn, hilberîna petrolê rawestiya

1 demjimêr berê
Nîşan Sersing Teqîn Petrol ShaMaran Petroleum HKN Energy
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şirketa ShaMaran Petroleumê ragihand ku di yekê ji depoyên Parzûngeha Petrolê ya Sersingê ya li Herêma Kurdistanê de teqînekê rû daye û ji ber vê yekê hilberîna petrolê ya li Sersing û Etrûşê hatiye rawestandin.

ShaMaran Petroleuma ku şireketeke Kanadayê ye di daxuyaniyekê de belav kir ku şirketa HKN Energyê ya ku Parzûngeha Sersingê bi rê ve dibe, ew agahdar kirine ku di yekê ji depoyên wê parzûngehê de teqînek çêbûye û got:

"Hemû xebatkar bi silamet in û di bûyerê de ti kes birîndar nebûye."

Hatiye ragihandin ku şirketa HKN Energyê dest bi nirxandineke hûr a rewşê kiriye.

Şirket ji bo kontrolkirina rewşê û parastina canê niştecihên herêmê, li gel aliyên pêwendîdar û desthilatên xwecihî di pêwendiyê de ye.

Hilberîna petrolê rawestiya

Di daxuyaniya Shameranê de hatiye gotin ku niha karên Parzûngeha Sersingê hatine rawestandin.

Her wiha wekî tedbîreke xweparastinê, h,lberîna petrolê ya li Parzûngeha Etrûşê jî hatiye sekinandin.

Şirketê daxuyand ku ew pêbendî standardên herî bilind ên silametî û parastina jîngehê ne.

Hatiye diyarkirin ku piştî ku agahiyên zêdetir bigihin destê wan, dê hûrgiliyên nû bi raya giştî re parve bikin.

Ev cara duyem e ku di dema şerê Amerîka-Îsraîl û Îranê de êrişî Parzûngeha Petrolê ya Sersingê tê kirin.

Berê jî 5ê Adarê bi dronan depoyên petrolê hatibûn hedefgirtin û zerereke mezin gihiştibû parzûngehê.

Amarên hilberînê

Shameran şirketeke serbixwe ya Kanadayî ye û di sektora petrol û gazê ya Herêma Kurdistanê de dixebite.

Şirket xwediyê ji sedî 50ê pişkên Parzûngeha Etrûşê û ji sedî 18ê pişkên Parzûngeha Sersingê ye.

HKN Energy û Shameran Petroleum li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê xwediyê parzûngehên petrolê yên Sersing û Etrûşê ne.

Beriya ku hilberîna petrolê were rawestandin, rojane li her du parzûngehan 53-55 hezar bermîl petrol dihat hilberîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst