Amed (Rûdaw) - Xwediyên 25 kompanyayên geştyariyê yên ji welatên Fas, Cezayîr û Tûnisê li bajarê Amedê bi nûnerên sektorê û xwediyên otelan re hatin ba hev.
Armanca vê civîna giring ew e ku geştyarên ji van her sê welatan serdana bajarên Amed, Riha, Mêrdîn û Dîlokê bikin.
Di civînê de ji bo xurtkirina tora geştyariyê ya herêmê hevdîtinên rû bi rû hatin kirin.
Ev civîn ji aliyê Ajansa Danasîn û Bipêşxistina Geştyariyê ya Tirkiyeyê ve hate lidarxistin.
Di nexşerêya nû ya kompanyayên Afrîkaya Bakur de êdî bajarên Bakurê Kurdistanê xwedî cihekî taybet in.
"Tam dema çêkirina bernameyan e"
Nûnerê TURSAB yê Amedê Serdar Baturay, "Wisa hizir bikin ku hûn herêmekê meraq dikin û dixwazin biçinê lê bernameyek tune ye.
Aniha tam dema çêkirina bernameyê ye.
Di demeke guncav de, kesên guncav û li cihekî guncav hev dibînin. Ji ber vê yekê ez spasiya wan kesan dikim ku ji bo vê civînê ked dane."
Nûnerê Geştyariyê yê DTSOyê Gunay Mehmedoglu jî got, "Biyanî hatin û dîtina welatê me, cihê Amedê, cihê Kurdan, xwarin û vexwarin û dîroka me meraq dikin.
Em çawa Ewropayê û cihên din ên dinyayê meraq dikin, ew jî dixwazin werin serdana me. Ji bo dîtina wan a li vê derê çi ji destê me tê, em alîkariya wan dikin."
Riha bi otel û lezeta xwe amade ye
Xwediyên otelên li Rihayê jî ji bo mêvanên ji Afrîkayê bangawazî kir û amadehiya xwe nîşan dan.
Xwediya oteleke Rihayê ya bi navê Kewser Aksoy ji Rûdawê re got, "Em dixwazin geştyarên ji Cezayîrê û Tûnisê werin Rihayê û li otelên me bimînin.
Bila werin li otelên me bigerin û Rihayê bibînin."
Xwediya oteleke li Rihayê Fatma Tahtasizê jî wiha got, "Şîva me û taştêya me pir xweş e.
Tiştên me yên xwecihî pir in, bila werin tam bikin. Kebabên me, kezeb û çîka me heye. Em ji her derê mêvanan dixwazin."
Piştî civîna hevpar, kompanyayên her sê welatan û nûnerên Amed, Riha û Mêrdînê yek bi yek li hev civiyan û dan û standinên dualî kirin.
Mêvanên ji derve hatibûn, bawer dikin ku dê bikaribin ji welatên xwe geştyaran bînin bajarên Kurdan.
"Em dê getyaran bînin van deran"
Xwediyê kompanyayeke geştyariyê ya Tûnisê Cewer Semîh ji Rûdawê re got:
"Ez berê diçûm Stenbol, Antalya û Îzmirê lê vê carê em hatin Riha, Mêrdîn, Amed û Dîlokê.
Înşalah em dê geştyaran bînin van deran. Em dê dîrok û xwarinên vir bi xelkê xwe bidin nasandin.
Bi rastî jî em ji van deran gelekî hez dikin. Înşalah em dê van herêman bixin nava bernameya xwe ya geştyariyê.
Cara ewil e têm vir û min pir eciband, dê nebe cara dawî."
"Ev bajar gelekî xweşik in"
Xwediya kompanyaya geştyariyê ya ji Fasê Xetîce Heflûnê jî got, "Bi rastî her bajarê vê derê li gorî xwe xweşik e.
Dîrokeke her bajarekî ya xweser heye, bajarên din jî xwarinên wan ên taybet hene. Ez rast bêjim hemû cihan bandoreke xweş li ser me kir."
Xwediya kompanyaya geştyariyê ya ji Cezayîrê Usama Bîlhadî jî got, "Beriya ku em ji Cezayîrê werin me ev der nas nedikir çimkî em lê negeriyabûn.
Em hatin, me dît û me jê hez kir. Em dê ji xelkê xwe re qala vê derê bikin û înşalah em dê bi geştyaran re vegerin vê derê."
Hem kompanyayên geştyariyê yên li Amed û bajarên derdorê û hem jî kompanyayên her sê welatan dê îsal hewl bidin ku yekem karwanên xwe yên salê li bajarên hatine diyarkirin bigerînin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse