Almanyayê êrişa li mala Nêçîrvan Barzanî bi tundî şermezar kir

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Almanya Geza Andreas von Geyr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê bi rêya telefonê peyameke piştgiriyê ji Almanyayê wergirt.

Wezîrê Dewletê yê Almanyayê Geza Andreas von Geyr êrişa li ser mala Nêçîrvan Barzanî ya li Dihokê bi tundî şermezar kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi rêya telefonê bi Wezîrê Dewletê yê Almanyayê yê Karên Derve Dr. Geza Andreas von Geyr re axivî.

Von Geyr di peywendiyê de hemû êrişên li ser Herêma Kurdistanê û bi taybetî êrişa dronê ya li ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar kirin.

 Wezîrê Alman tekez kir ku Almanya bi giringî li aramiya Îraq û Herêma Kurdistanê dinere û hevxemiya welatê xwe ji bo Kurdistanê anî zimên.

Nêçîrvan Barzanî spasiya peywendî û helwesta dostane ya Almanyayê kir.

Serokê Herêma Kurdistanê diyar kir ku Herêma Kurdistanê her tim daxwaza aştiyê dike û ji bo parastina aramî û asayîşa Îraq û herêmê dixebite.

Serokê Herêma Kurdistanê her wiha spasiya piştgirî û alîkariyên Almanyayê yên ji bo Îraq û Herêma Kurdistanê kir.

Barzanî daxwaza Herêma Kurdistanê ya ji bo xurtkirina hevkariyên di hemû waran de ducare kir.

Rewşa siyasî ya Îraq û Herêma Kurdistanê û pêşhatên dawî yên şer mijarên din ên peywendiya telefonî bûn.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst