EFRÎN - Li devera Bilbilê 12 gund heta niha jî vala ne

02-05-2018
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Efrîn Bilbil Rojavayê Kurdistanê Gundên vala
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li devera Bilbilê heta niha 12 gund û mezra bi temamî vala ne. Grûpên çekdar û artêşa Tirkiyê rê nadin, ku nîştecihên wan gund û mezrayan vegerin ser mal û warên xwe. Hejmara nişteciyên wan her 12 gundan derdora 12,600 kesî ye.

 

Tevahiya nişteciyên van gundan koçber bûne û li gundên din an jî li navenda bajarê Efrînê, yan jî li her du deverên Şêrawa û Şehbayê bi cih bûne.

 

Tora Medyayî ya Rûdawê pêwendî bi çend çavkaniyên agahdar re li deverê kir û ev zanyarî bi dest xistin.

 

Çekdarên opozisyona Sûriyê bi hincetên curbicur rêya vegerê li pêş nişteciyên van gundên navborî girtine.

 

Bi hezaran nişteciyên van gundan heta niha li nav herêma Efrînê yan jî li deverên Şehba û bajarokê Şêrawa derbider mane.

 

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên agahdar ên ji herêma Efrînê gihîştine Rûdawê, gundên ku heta niha jî li Efrînê vala mane bi vî awayî ne:

 

Gundê Kotana, 12 kîlometreyan ji Bilbilê dûr e, hejmara nişteciyên wî 2360 kes e, bi temamî vala ye.

 

Gundê Şêxurzê, 5 kîlometreyan ji Bilbilê dûr e, hejmara nişteciyên wî 2770 kes e, bi temamî vala ye.

 

Gundê Qizilbaş, 19 kîlometreyan ji Bilbilê dûr e, hejmara nişteciyên wî 859 kes e û bi temamî vala ye.

 

Gundê Qestela Miqdêd, 7 kîlometreyan ji Bilbilê dûr e, hejmara nişteciyên wî 388 kes e, bi temamî vala ye.

 

Gundê Ebûdanê, 12 kîlometreyan ji Bilbilê dûr e, hejmara nişteciyên wî 595 kes e, bi temamî vala ye.

 

Gundê Berkaşê, 8 kîlometreyan ji Bilbilê dûr e, hejmara nişteciyên wî 427 kes e, bi temamî vala ye.

 

Gundê Qurnê, 4 kîlometreyan ji Bilbilê dûr e, hejmara nişteciyên wî 1437 kes e, bi temamî vala ye.

 

Gundê Qorta, 9 kîlometreyan ji Bilbilê dûr e, hejmara nişteciyên wî 1334 kes e, bi temamî vala ye.

 

Gundê Qaşa, 9 kîlometreyan ji Bilbilê dûr e, hejmara nişteciyên wî 693 kes e, bi temamî vala ye.

 

Gundê Bîbaka, 13 kîlometreyan ji Bilbilê dûr e, hejmara nişteciyên wî 1292 kes e, bi temamî vala ye.


Mezreya Jarê, 4 kîlometreyan ji Bilbilê dûr e, hejmara nişteciyên wê 120 kes e, bi temamî vala ye.


Mezreya Heftaro, 14 kîlometreyan ji Bilbilê dûr e, hejmara nişteciyên wê 150 kes e, bi temamî vala ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst