Parastina rûmetê ya Serok Barzanî û pîrozbahiya Baydemîr

3 demjimêr berê
Kawe Emîn
Nîşan Kurd Kurdistan Serok Mesûd Barzanî Osman Baydemîr Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Sedsala nû ya Kurdan dê ji sedsala borî cudatir be. Kurd yek in, loma divê partiyên Kurdistanê êdî vê yekîtiyê xera nekin. Dengê tivingên Pêşmergeyên Şoreşa Îlonê, Kurd li hemû parçeyên Kurdistanê cara ewil kirin yek. Va ye kesekî wekî Mehdî Zana dibêje, “Wan salên 50, 60 û 70yî ewqas zext li me kiribûn û ewqas behsa Pêşmerge û Barzaniyan bi xerabî dikirin, min biryar da ku di nîvê şevekê de li ser dîwarê taxeke bajarê xwe bi tîpên mezin bi Kurdî binivîsim: Bijî Barzanî.”

Niha jî Rojavayê Kurdistanê hemû Kurd kirine yek. Kurd li hemberî êrişên li Rojavayê Kurdistanê raneniştin û negiriyan, Kurd di hemû waran de ji bo parastina Rojavayê Kurdistanê bi her awayî rabûn ser piyan.

Yek ji mêvanên Dîdara Profesor Îzedîn Mistefa Resûl a ku rojên 23 û 24ê Kanûna Paşîn a 2026an li Silêmaniyê hat lidarxistin, Serokşaredarê berê yê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr bû. Baydemîr piştî belavbûna wê vîdeoyê hat naskirin ku Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê jê dipirse: “Birêz Baydemîr Kurdistan li ku derê ye?” Osman Baydemîr dizane ku nikare li ser nexşeya cîhanê Kurdistanê nîşanî Serokê Parlamentoyê bide, destê xwe yê rastê datîne ser dila xwe û dibêje, “Serokê hêja, aha Kurdistan li vir e” û mebesta wî dilê wî ye. Êdî ew vîdeo bû çirûskek û agir berda hestên neteweyî yên Kurdan û Baydemîr jî bû kesayetiyekî naskirî yê seranserê Kurdistanê.

Çîroka “W”yê

Baydemîr siyasetmedarek e ku çi di dilê wî de ye tîne ser zimanê xwe û wêrek e. Di wê dîdarê de serpêhatiyeke trajîkomîk veguhast û got:

“Sala 2006an bi boneya sersala nû min xwest surprîzekê bikim. Min bi her sê zimanên Kurdî, Tirkî û Îngilîzî pîrozbahiya sersalê ji hemû parêzgar, parlamenter, rojnameger, parêzer û hemû beşên wî welatî re şand ku nêzîkî 5 hezar nameyan dikir. Bi wan her sê zimanan min got: Sersala we pîroz be! Tiştê ecêb ew bû, ne bi Kurdî, ne bi Îngilîzî û ne jî bi Tirkî bersiva pîrozbahiyê nedan, berevajî wê hemûyan name li min vegerandin û qebûl nekirin, tenê ji ber ku min bi Kurdî nivîsîbû ‘Cejna sersala we pîroz be!’ Tenê cihekî bersiv neda û nameya min jî venegerand, ew jî Dadgeha Amedê bû. Min ji hevalên xwe re got, ‘Tiştekî baş e, madem dadgehê nameya min venegerandiye, naxwe dijayetiya zimanê Kurdî nekirine, qey nake bila ew pîrozbahiyê li me nekin.’”

Lê piştî mehekê fîlm li wir dest pê dike ku Dadgeha Amedê bi hinceta binpêkirina yasaya tîpên Tirkî, Baydemîr dibin dadgehê û dest bi lêpirsînê dikin! Dadwer jê re dibêje, “Tu bi xwe dizanî em çima te didarizînin, te yasaya zimanan bin pê kiriye û te bi zimanê Kurdî sersal pîroz kiriye. Ji wê jî xerabtir, te bi bikaranîna tîpa `W`yê yasaya tîpên Tirkiyeyê bin pê kiriye!”

Baydemîr bi hesret behsa serpêhatiyê kir û got, “Min ji dadwer re got, ez benî, ma ev kengî binpêkirin e? Ma di pîrozbahiya bi Îngilîzî de jî tîpa ‘W’ heye, naxwe çima ew qedexe nîne?! Dadwer dibêje ‘Ew mijareke din e.’ Loma ji Baydemîr dixwazin ku divê bi fermî lêborînê ji dewletê bixwaze û ji bo wê sûca ku kiriye ji malpera dadgehê re bişîne.”

“Ma ev dadmendî ye?”

Baydemîr dibêje, “Ez hinekî fikirîm û min got, cenabê dadwer tu dikarî navnîşanê ji min re bibêjî!” Dadwer jî navnîşanê jê re dixwîne ku bi sê tîpên “W”yê dest pê dike. Êdî Baydemîr firsendê bi dest dixe û dibêje, “Axir cenabê dadwer ma ev kengî rewa ye, min carekê tîpa ‘W’yê bi kar aniye tu min pê sûcdar dikî, cenabê te sê tîpên ‘W’yê li pey hev rêz dike. Ma ji vê re dibêjin dadmendî?” Dadwer li hemberî wê bersivê serê xwe ditewîne û çakûçê xwe li maseyê dixe.

“Nabe rûmeta me were binpêkirin”

Mixabin hîn dawî li çîrokên sedsala borî nehatiye ku Kurdistan tê de hatibû xaçkirin. Va ye nû Rojavayê Kurdistanê rûbirûyê jenosîdê dibe û zilhêz û welatên herêmê heman sîstemên kevnperest û dîktator bi îdeolojiyeke tund a olî boyax dikin û dixwazin Kurdan di heman qalibê mezlûmiyetê de bihêlin.

Lê li aliyekî yekîtiya Kurdan a li hemberî wan tawanên ku hêzên kevnperest li Rojavayê Kurdistanê pêk tînin; li aliyê din Serok Mesûd Barzanî wekî bav û rêber xema neteweya xwe hildaye ser milan û bi moralê çiyayên Kurdistanê li deriyê merd û namerdên vê cîhana bêexlaq dide da ku neteweya xwe ji jenosîdê biparêze. Wî bi eşkere ji Kurd û dijminên wan re got, “Nabe rûmeta me were binpêkirin, em ji we qebûl nakin.” Ji hemûyan girîngtir jî, ala Kurdistanê dibe sembolek ji bo hemû takên Kurd da ku em azar, nexweşî, xweşî û neqenciyên xwe di bin siya wê de bikin yek.

Eger em di van rêyan de bimeşin û wê yekrêziyê xera nekin, ne dûr e ku Kurd di dîzaynkirina nû ya navçeyê de bibin karakter û lîstikvanekî diyar. Lê belê ev yek berdewamî û bêhnfirehiyê dixwaze. Sedsala me ya nû dê ji dîroka sedsala me ya borî cudatir be.

(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst