Waşington (Rûdaw) – Ji sala 2011ê ve zêdetirî 50 hezar leşkerên Amerîkayê xwe kuştine, ku piraniya wan beşdarî şer bûne û şer dîtine. Li gor gotina Donald Trump jî, rojane 20 leşkerên Amerîkayê xwe dikujin.
Ji vê diyardeyê re PTSD tê gotin, leşkerên ku beşdarî şer bûne dîmenên şer û nexweş ên şer di bîra wan de dimînin û bandorê li ser dil û derûniya wan dike, ev jî wisa dike ku xwe bispêrin xwekuştinê.
Serokê Amerîkayê Donald Trump di meha Adara îsal de ragihand: “Dijwar e bawer bikî, her roj 20 leşkerên me yên xwedî tecrube xwe dikujin.” Ev jî piştî wê yekê ku biryarek derxist daku nexşerêyek ji bo rûbirûbûna qeyrana xwekuştina leşkerên Amerîkayê were cîbicîkirin.
Kongresa Amerîkayê vê hefteyê li ser vê mijarê civiya, nûnerê îdareya Trump amade bû, daku bersiv bide pirsên endamên Kongresê, lê ne diyar e ku gelo dê rêkarên bidandortir bigrin ber xwe yan na.
Berpirsê Îdareya Trump bo Karûbarên Tendirustiya Leşkerên Biezmûn ên Amerîkayê Rechard Ston ji Rûdawê re ragihand: “Divê em karên zêdetir bikin. Ev rêjeya xwekuştinê cihê qebûlkirinê nîne. Ew rastiya ku îro 20 kesên me ji dest dane, yan di demekê de ku îro em li vir rûniştibûn, leşkerên me yên biezmûn ji dest dane, ev cihê qebûlkirinê nîne. Ev trajedî divê were sekinandin.”
Li gor datayan, rêjeya xwekuştinê di nav leşkerên mêr de zêde bûye, %60ê leşkerên ku xwe dikujin jî, temenê wan ji 55 salî zêdetir e.
Di şer de du cure qurbanî tê hesibandin, kesên ku têne kuştin û kesên ku birîndar dibin, lê bi hezaran qurbaniyên din hene ku dikevin navbera wan, kesên ku dîmenên şer bandoreke kûr a derûnî li ser wan hiştiye û tûşî diyardeyekê dibin ku jê re PTSD tê gotin.
Pisporên derûniyê dîtina şer û milmilaniya xwînavî sedema PTSD dibînin ku dibe bibe sedema xwekuştinê, merc nîne ku leşker be ji bo ku tûşî vê rewşê bibe. Xelkê asayî jî, ku bûyerên xirab hatibin ser wan, dibe ku tûşî vê rewşê bibin û xwe bispêrin xwekuştinê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse