Serokkomarê Îraqê: Ji bo baştirkirina xizmetguzariyan planeke hikûmetê heye

02-05-2024
RÛDAW
Nîşan 3yemîn Lûtkeya Tenduristiyê ya Kurdistanê Silêmanî Serokkomarê Îraqê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Îraqê diyar kir ku divê hemû alî û her du hikûmet hewl bidin ku ewlehî û aramiya Îraq û Herêma Kurdistanê biparêzin.

3yemîn Lûtkeya Tenduristiyê ya Kurdistanê îro li bajarê Silêmaniyê dest pê kir.

Serokkomarê Îraqê Letîf Reşîd di vekirina lûtkeyê de axivî û got:

“Erkekî mezin li ser milên me ye ku em tenduristiya gelên Îraq û Herêma Kurdistanê baştir bikin.”

Letîf Reşîd behsa giringiya Lûtkeya Tenduristiyê ya Kurdistanê kir û got ku “ji sibe ve” ji bo baştirkirina rewşa tenduristiyê ya xelkên Îraq û Herêma Kurdistanê ew dê hevkariya aliyên pêwendîdar bikin.

Li gorî Serokkomarê Îraqê piraniya nexweşiyan ji ber bandora jîngehê belav dibin û “dema jîngeheke saxlem nebe, mirov jî nikarin tendurist bijîn.”

Serokkomarê Îraqê Letîf Reşîd herwiha got:

“Hikûmet niha tekezî li ser bihêzkirina ewlehî û aramiya Îraq û Herêma Kurdistanê dike û em berdewam hewl didin ewlehî û aramiya Îraqê biparêzin.”

Serokkomarê Îraqê Letîf Reşîd da zanîn:

“Hikûmet ji bo baştirkirina xizmetguzariyan û başkirina tiştên ku ji ber qirêjiya jîngehê zerer dîtine xwedî planeke demdirêj e.”

Lûtkeya Tenduristiyê ya Kurdistanê bi hevkariya Zanîngeha Silêmaniyê li kampusa nû bi beşdariya pisporên ji 38 welatan, 14 rêxistinên navneteweyî û 25 zanîngehên navxwe û navneteweyî tê lidarxistin û dê 3 rojan berdewam bike.

Di lûtkeyê de dê tenduristiya giştî û guherîna avhewayê werin gotûbêjkirin û kompanyayên sektora tenduristiyê û perwerdeya bilind dê beşdarî lûtkeyê bibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst