500 malbatên li Kampa Aştiyê dê vegerin malên xwe

02-05-2024
RÛDAW
Nîşan Kampa Aştiyê Silêmanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) -  Rêveberê nahiyeya Erbetê ya Silêmaniyê diyar ku dê hefteya bê 500 malbatên li Kampa Aştiyê vegerin malên xwe.

Rêveberê nahiyeya Erbetê ya Silêmaniyê Daban Mihemed îro ji Rûdawê re axivî û got:

“Li gorî biryaran hefteya bê 500 malbatên ku li Kampa Aştiyê dimînin vegerin malên xwe.”

Kampa Aştiyê li nahiyeya Erbetê ya Silêmaniyê ye û hezar û 354 malbatên penaber lê dimînin.

Daban Mihemed da zanîn, dê ji bo her malbateke ku vegere mala xwe 4 milyon dînarên Îraqî û televîzyon, firax û sarinc werin dayîn.

Herwiha dê malên wan jî ji aliyê berpirsên kampê ve werin veguhastin.

“Hejmara malbatên kampê kêm bûye”

Daban Mihemed da zanîn ku ev alîkarî wekî teşwîqekê ye ku penaber vegerin malên xwe.

Di meha Nîsanê de 245 malbat ji kampê derketibûn û vegeriyabûn malên xwe.

Berdevkê Wezareta Koç û Koçberan a Îraqê Elî Ebas 27 Nîsanê ji Rûdawê re eşkere kiribû ku li Silêmaniyê tenê Kampa Aştiyê ya penaberan maye.

Hejmara malbatên ku li kampê dijîn jî sedî 50 kêm bûye û yên din vegeriyane malên xwe.

Berdevkê Wezareta Koç û Koçberan a Îraqê Elî Ebas herwiha gotibû:

“Piştî 15ê Gulanê ku serdema xwendinê bi dawî dibe, dê hemû penaber vegerin malên xwe û kamp dê were girtin.”

19ê Adara 2024an kampa Taze Dêya li Îdareya Serbixwe ya Germiyanê hatibû girtin.

Kampa Aştiyê ji bo penaberên Ereb ên Îraqî yên ku ji DAIŞê reviyabûn hatibû avakirin.

Li gorî amarên dawî yên Wezareta Koç û Koçberan a Îraqê, li Herêma Kurdistanê 23 kampên penaberan hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst