Wan: Di mehekê de 542 koçber hatin desteserkirin

02-05-2024
RÛDAW
Nîşan Wan Koçber
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Wanê di meha Nîsanê de 542 koçber hatin desteserkirin.

Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê di meha Nîsana îsal de di encama 184 operasyonan de 542 koçber hatin desteserkirin.

Li gorî daxuyaniya Parêzgarê Wanê operasyonên Fermandariya Cendermeyan a bajêr ên derbarê “qaçaxçîtiya koçberan û bazirganiya mirovan” de berdewam in.

Di vê çarçoveyê de Nîsana 2024an li parêzgehê bi koordîneya Serdozgeriya Komarê ya Wanê 184 operasyon hatine kirin û di encamê de 542 koçber hatine desteserkirin.

Herwiha derbarê 102 gumanbaran de jî karûbarên yasayî hatine kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Li Amed, Mêrdîn û Bedlîsê qedexe hat ragihandin / Wêne: Arşîv

DOZA KOBANIYÊ - Li Amed, Mêrdîn û Bedlîsê qedexe hat ragihandin

Parêzgariyên Amed û Mêrdîn û Bedlîsê yên Bakurê Kurdistanê li ser biryarên Doza Kobaniyê 4 rojan li wan bajaran hemû cûre çalakî qedexe kirin