Alî Çelîk: Rêya Wan û Colemêrgê dê di demeke kurt de were vekirin

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Alî Çelîk Wan Colemêrg
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Çelîk ragihand ku ji bo vekirina rêya sereke ya navbera Wan û Colemêrgê kar û xebat didomin.

Alî Çelîk her wiha got, "Em plan dikin di demeke gelekî nêzîk de rê li ber trafîkê vekin."

Rêya navbera Wan û Colemêrgê ji 13ê meha borî ve ji ber herifîna axê û hezazê hatiye girtin.

Alîkarê Wezîrê Karên Navxwe Alî Çelîk derbarê rewşa rêya navbera Wan û Colemêrgê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek belav kir.

"Xebateke giran heye"

Çelîk diyar kir ku rê ji ber barana zêde û herifîna axê demeke dirêj girtî maye û ev yek bûye sedema mexdûriyeta welatiyan.

Alî Çelîk da zanîn ku kar û xebatên li herêmê bi hevahengiya Parêzgarê Colemêrgê tên meşandin û got:

“Hemû saziyên me yên pêwendîdar û Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê li qadê di nava xebateke giran de ne.

Tîmên AFAD û Birêvebiriya Kar û Barên Avê ya Dewletê (DSÎ) jî li herêmê ne da ku li hemberî rîskên nû tedbîran werbigirin.

Em bi hemû şiyana xwe hewl didin da ku vê astengiyê ji holê rakin.”

Alîkarê Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê ku berî wî erkî Parêzgarê Colemêrgê bû got:

"Hêviya me ew e ku em di demeke kurt de rê careke din li ber çûn û hatinê vekin û bixin xizmeta welatiyên me.

Ez spasiya hemû tîmên ku li qadê dixebitin dikim."

Rêyeke demkî hatiye vekirin

Girtina vê rêya stratejîk a Colemêrg û Wanê bûye sedema nerazîbûna xelkê her du parêzgehan. Ji bo vekirina rê kar û xebat didomin.

Niha li devera Gezneyê bi awayekî demkî rêyeke alternatîv ji bo çûn û hatina navbera her du parêzgehan hatiye vekirin.

Lê li ser vê rêyê otomobîl bi zehmetî çûn û hatinê dikin û şofêr rûbirûyî zehmetiyan dibin.

Niha rêya Wan û Şirnexê vekirî ye û Colemêrgî dikarin di wê rêyê re jî biçin Wanê.

Lê divê derdora 540 kîlometreyî û her sê parêzgehên Şirnex, Sêrt û Bedlîsê derbas bikin heta ku bigihîjinê.

Di demekê de ku ew rêya girtî tenê 194 kîlometre ye.

DEM Partiyê rojên borî mijar biribû rojeva Parlamentoyê.

DEM Partiyê daxwaza çareseriyeke mayînde ji bo rêya Wan û Colemêrgê kiribû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst