Serok Barzanî û Elî Zeydî li Hewlêrê civiyan

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Serok Mesûd Barzanî Elî Zeydî Avakirina Hikûmetê Îraq Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Namzedê erkdarkirî yê ji bo avakirina kabîneya nû ya hikûmeta Îraqê Elî Falih Zeydî û Serok Mesûd Barzanî li Hewlêrê civiyan.

Wan di civînê de tekezî li ser yekxistina nêrîn û helwestan kir.

Wan her wiha da zanîn ku divê ji bo avakirina hikûmeteke bihêz xebat bên kirin.

Li gorî daxuyaniya Ofîsa Serokwezîriya Îraqê, di civînê de bi giştî rewşa welêt hat nirxandin.

Di heman demê de avakirina hikûmeta nû hat gotûbêjkirin.

"Pêwîstî bi hikûmeteke bihêz heye"

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku divê hikûmeteke bihêz were avakirin da ku karibe rûbirûyî astengiyan bibe û krîzan derbas bike.

Hat gotin ku hikûmeteke wisa dê bibe sedema bihêzkirina aramiyê û bipêşketinê.

Her wiha dê daxwazên hemû gelê Îraqê bi cih bîne.

Namzedê erkdarkirî yê ji bo avakirina kabîneya nû ya Îraqê Elî Zeydî gihişt Herêma Kurdistanê.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê Elî Zeydî pêşwazî kir.

Şandeyeke bilind pêşwaziya wî kir

Şandeyeke bilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) jî li do dema pêşwazîkirinê de amade bû.

Berpirsê Desteya Kargerî ya Mekteba Siyasî ya PDKyê Fazil Mîranî, Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên û Wezîrê Karên Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed di nav vê şandeyê de bûn.

Her wiha gelek berpirsên din jî beşdarî pêşwaziyê bûn.

Di vê serdanê de gelek berpirsên Îraqî hevrêtiya Elî Zeydî dikin.

Serokê Desteya Heşdî Şebiyê Falih Feyaz û Serokê Hevpeymaniya Esasê ya Îraqê Muhsîn Mendelawî bi wî re ne.

Serokê Hevpeymaniya Nehcî Wetenî Ebdulhusên Mûsewî û Sekreterê Çarçoveya Hevahengiyê Ebas Amirî jî di serdanê de cih digirin.

Zeydî dê biçe Silêmaniyê

Elî Zeydî piştî hevdîtinên li Hewlêrê dê serdana Silêmaniyê bike.

Zeydî dê li Silêmaniyê bi Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî re bicive.

Elî Falih Zeydî 27ê Nîsana 2026an ji bo pêkanîna hikûmeta nû hatibû raspartin.

Ji bo avakairina kabîneyê 30 roj wextê Zeydî heye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst