Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê erkdarkirî yê Îraqê ji bo pêkanîna hikûmeteke ku xizmeta hemû pêkhateyan bike tekezî li ser girîngiya xurtkirina gotûbêjên hêzên siyasî kir.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê erkdarkiriyê yê Îraqê Elî Zeydî li Hewlêrê civiyan.
Serokatiya Herêma Kurdistanê derbarê naveroka civînê daxuyaniyek belav kir.
Li gorî daxuyaniyê, Nêçîrvan Barzanî û Elî Zeydî behsa çend dosyeyên cuda kiriye, bi taybetî jî pirsa avakirina hikûmeta nû ya Îraqê.
"Divê xizmeta hemû pêkhateyan bike"
Serokatiya Herêma Kurdistanê amaje bi wê yekê da ku derbarê pêkanîna hikûmeta bê ya Îraqê de, her du aliyan tekezî li ser "girîngiya xurtkirina gotûbêjên di navbera hêzên siyasî de kiriye ji bo pêkanîna hikûmeteke ku xizmeta hemû pêkhateyên Îraqê bike û daxwazên wan pêk bîne."
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de, rêkxistina pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê û çareserkirina pirsgirêkan di çarçoveya destûr û yasayên di meriyetê de hat gotûbêjkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse