Duhok (Rûdaw) – Kurdên êzidî jî weke mislimanan her sal Cejna Qurbanê pîroz dikin. Di vê rojê de ew jî serdana peresgeha Laleşê dikin, qurbanan ser jê dikin, xêrê belav dikin û diayan dikin.
Derbarê Cejna Haciyan an ku Cejna Qurbanê ya kurdên êzidî de kesayetê êzidî Şêx Elo Şêf Xelef ji Rûdawê re got, ku ev nîşana xêrê ye, ku êzidî û misliman ji bo qurbaniya pêxember Îbrahîm Xelîl şahî dikin.
Li gorî baweriya êzdiyatiyê çîroka Cejna Qurbanê heman çîroke ku di Qur’anê de tê behs kirin. Lê Şêx Elo dibêje, ew li gorî qewla Mishefa Reş a pirtûka pîroz a ola êzdiyatiyê vê çîrokê dibêjin.
Şêx Elo Şêx Xelef bi boneya rojê cejna êzidî û mislimanên cîhanê pîroz kir û ragihand: “Îro cejna kurdên êzidî û ya mislimanên cîhanê ye, ku çavkaniya vê vedigre Îbrahîm Xelîl. Dema Îbrahîm Xelîl xwest kurê xwe Îsmaîl bike qurbanê Xwedê lê Xwedayê Mezin beranekî mezin jê re şand û xwest di dewsa Îsmaîl de bike qurbanî.”
Zanayê êzidî herwiha li ser giştpirsiya serxwebûna Başûrê Kurdistanê jî axivî daxwaz kir, ku gelê kurd û hemû pêkhateyên Kurdistanê herin ser sindoqan, dengê erê bidin giştpirsiyê.



