Amed (Rûdaw) - Damezrînerê Partiya Demokrata Kurdistanê-Tirkiye Derwêşê Sedo ji ber nexweşiya koronayê li nexweşxaneyeke Êlihê koça dawiyê kir.
Derwêşê Sedo ku yek ji damezrînerên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bû li Bakurê Kurdistanê, di 12ê Îlonê de bi nexweşiya Covid-19 ketibû. Ji bo dermankirinê ew li bajarê Êlihê rakiribûn nexweşxaneyeke taybet.
Piştî dermankirina 8 rojan Derwêşê Sedo bi ser xwe ve hatibû û ew şandibûn mala wî. Lê 3 roj piştî başbûna xwe ji nişka ve rewşa wî dîsa giran bibû û careke din ew bo nexweşxaneya taybet a bajarê Êlihê hatibû veguhastin. Derwêşê Sedo piştî dermankirina 6 rojan li nexweşxaneyê îro jiyana xwe ji dest da.
Kurê Derwêşê Sedo Azad Akgul, ji Rûdawê re diyar kir ku ew ê niha cenazeyê bavê xwe ji Êlihê bibin gundê wî Bêkenda li ser Misircêya Sêrtê û wî veşêrin. Kurê wî Azad Akgul, da zanîn ku ew ê termê bavê xwe li ba termê bapîrê xwe Sedo çêkin û wiha got: "Bila serê gelê Kurd, serê Kurd û Kurdistanê sax be."
Derwêşê Sedo kî ye?
Derwêşê Sedo di sala 1934an de li navçeya Misircê (Gurdilan) a bi ser bajarê Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê hate dinyayê.
Sedo di ciwaniya xwe de bi hin hevalên xwe re Partiya Demokrat a Kurdistanê li bajarên Bakurê Kurdistanê damezrand. Ji sala 1975an ve di nava PDKê de kar dike. Wî gelek caran PDKiyên ku dihatin nefîkirin li mala xwe hewand, alîkariya wan kir û palpiştiyeke mezin da PDKê.
Derwêşê Sedo sala 2010an, di 13emîn Kongreya PDKê de ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve bi Nîşaneya Barzanî hate xelatkirin. Derwêşê Sedo li Bakurê Kurdistanê yekem kes e ku bi vê nîşaneyê tê xelatkirin. Derwêşê Sedo 86 salî ye û bavê 4 keç û 3 kuran e.
Damezrînerê Partiya Demokrata Kurdistanê-Tirkiye Derwêşê Sedo di hevpeyvîneke taybet de li gel Rûdawê behsa dîroka avakirina PDK-T kiribû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse