Bêgerd Talebanî: Mirîşkên qeşagirtî bê destûr tên Herêma Kurdistanê

02-10-2025
RÛDAW
Dr. Aras û Bêgerd Talebanî /Wêne: Rûdaw
Dr. Aras û Bêgerd Talebanî /Wêne: Rûdaw
Nîşan Dr. Aras Bêgerd Talebanî Mirîşkên Cemidî Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîra Çandinî û Çavkaniyên Avê ya Herêma Kurdistanê Bêgerd Talebaniyê ragihand ku mirîşkên qeşagirtî yên ku tên nav bazarên Herêma Kurdistanê bêyî destûra Wezareta Çandiniyê ya Herêma Kurdistanê tên.

Îşev saet 21:00an bernameya herî nû ya Dr. Aras tê pêşkêşkirin û li ser mijara goştê mirîşkan, hêk û mirîşkên hawirdekirî ye.

Wezîra Çandinî û Çavkaniyên Avê ya Herêma Kurdistanê Bêgerd Talebanî beşdarî bernameyê bû û li ser mijarê pirsên Dr. Aras Bradostî bersivandin.

Bêgerd Talebaniyê ragihand ku ew piştgiriyê didin berhemên xwemalî yên ku di bin çavdêriya lijneyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ne.

"Berhem bê destûr derbasî bazaran dibin"

Bêgerd Talebanî li ser hawirdekirina mişîkan wiha axivî:

''Ew berhemên ku tên nav bazarên Herêma Kurdistanê, ne xwedî destûra Wezareta Çandiniyê ya Herêma Kurdistanê yan jî erêkirina me (Wezareta Çandiniyê ya Herêma Kurdistanê) ne û heta ew nivîsên ku ji aliyê Wezareta Çandiniyê ya Îraqê ve ji bo beşek ji kompanyayên hawirdekirina mirîşkên qeşagirtî tên amadekirin jî di wezareta me re derbas nabin.''

Bêgerd Talebaniyê li ser kalîteya mirîşkên xwemalî dilniyayî da û got:

“Me hewl daye ku em herî zêde çavdêriya wan xwarin û alifê ku didin mirîşkan bikin û çavdêriya aliyê tenduristiyê jî bikin, bi taybetî jî dabînkirina vaksînê.”

Kalîteya mirîşkên hawirdekirî (yên ku ji derve tên kirîn)

Bêgerd Talebaniyê derbarê bihayê mirîşkên cemidî yên hawirdekirî wiha anî zimên:

“Mirîşkekê ji wî serê dinyayê tînin Herêma Kurdistanê lê bi bihayekî kêmtir ji berhemên xwemalî dikeve bazarê, ev li ser kalîteya wan corên mirîşkên hawirdekirî nîşaneke pirsê ye.”

Wê her wiha got ku wekî Wezareta Çandiniyê ti piştgiriya wan a darayî nîne da ku piştgiriya xwedanprojeyan bikin ji bo kêmkirina lêçûna berhemên wan, li gel vê jî ew gotûbêjê li ser bazarîkirin û kêmkirina lêçûna berhemên xwemalî dikin, “Da ku rikberiya berhemên hawirdekirî bike.”

Di bernameya îşev de Dr. Şîlan Arama ku pispora birêvebirin û xwedîkirina mirîşkan e û Dr. Dîlan Hişyara ku veterîner e mêvanên bernameya Dr. Aras in û behsa gelek mijarên hestyar û girîng ên derbarê kalîteya hêk û goştê mirîşkan dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst