Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Panosê ya Agiriya Bakurê Kurdistanê, di înşaeta avahiyekê de beton bi ser du karkeran de ket.
Di encamê de karkerek mir û karkerekî din jî birîndar bû.
Li Taxa Ataturkê, beton bi ser karkerên ku li cepheya derve ya înşaetekê dixebitîn de ket.
Li ser agahdarkirinê polîs, tîmên îtfaiye û tenduristiyê çûn cihê bûyerê.
Karkerên bi navên Hîmmet V. û Evren V. ji aliyê tîmên îtfaiyeyê ve ji bin betonê hatin derxistin.
Karker ji bo Nexweşxaneya Dewletê ya Panosê hatin veguhastin.
Hat zanîn ku Hîmmet V. tevî hemû hewldanên bijîşkan li nexweşxaneyê miriye û dermankirina Evren V. berdewam dike.
Derbarê bûyerê de lêpirsîn jî hat destpêkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse