‘AKPê ji YPGê re korîdor vekir’

02-12-2016
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Nîşan Partiya Komara Gel Velî Agbaba Tirkiye Sûriye AKP
A+ A-

Amed (Rûdaw) – Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Komara Gel (CHP) Velî Agbaba got, “Em dixwazin pirsgirêka kurd bi mûxatabên siyasî re çareser bikin, ne ku li gel PKKê.”

 

Komek rêvebir û parlamenterên partiya CHPê di rojên 28 û 29ê Mijdarê de li Amedê komxebatek pêk anîn.

 

Koma CHPê di bin serokatiya Cîgirê Serokê Giştî û parlamenterê Meletiyê Velî Agbaba de, li gel nûnerên saziyên sivîl, malbatan û herwiha rojnamevanan civyan û projeyên xwe ji wan re vegotin.

 

Velî Agbaba derbarê çavdêriyên şandê û projeyên wan ên derbarê çareseriya pirsgirêka Kurd de, ji Rûdawê re axivî û got; “Pirgirêka kurd di parlamentoyê de çareser dibe. Eger çareserî di parlamentoyê de bihata gotûbêjkirin, îro rewş nedihate vê astê. Em bawer dikin ku bi demokrasiyeke zêde dikare bê çareserkirin. Di çarçoveya hemwelatîbûneke wekhev de çareser dibe. Lê divê çek bê deng bin, di bin siya çekan de mirov nikare behsa van tiştan bike.”

 

Li ser pirsa “gelo CHP bibe desthiladar dê çi bike?” Agbaba got; “Nexşerêya me ev e. Em ê bi mûxatabên siyasî û fermî re biaxivin. Ne li gel PKKê.”

 

Parlamenterê CHPê diyar kir, ku “li herêmê kes naxwaze navê Erdogan bibhîse û HDPê jî hêviyên xelkê şkînandine” û ji bo aştî û aramiyê divê CHP bi hêz be, CHP bûye hêviyek nû.

 

Derbarê polîtîkaya Tirkiyê ya ser Sûriyê jî Velî Agbaba wiha axivî:

 

“Em derbarê Sûriyê de weke AKPê nafikirin. AKPê beriya salekî ji YPGê re korîdor vekir, serokê Serokê PYDê ji aliyê Wezîrê Derve dihate pêşwazîkirin. Tirba Suleymanşah bi hev re veguhestin. Em tundiyê û bikaranîna çekan li ser xelkê sivîl qebûl nakin.”

 

Parlamenterê CHPê balkişande ser operasyona “Mertala Firatê” û daxuyand ku ew rast nabînin ku Artêşa Tirkiyê ligel grûbekî weke El Nûsrayê li bakûrê Sûriyê operasyonê bike û tekez kir, ku ew naxwazin Sûriye û Iraq perçe bibin.

 

Li ser pirsa pêwendiyên CHP û Herêma Kurdistanê jî Agbaba ev gotin kirin:

 

“Hez dikin qebûl bikin, yan nekin Mesûd Barzanî li wê derê fîgûrekî giring ê siyasî ye û siyasetmedar e. Berpirsê CHPê yê pêwendiyên derve Ozturk Yilmaz rast dibêje; em rexe li rêveberiya Herêma Kurdistanê digrin ku hemû hêkên xwe datîne ber AKPê.

 

Di encama polîtîkayên AKPê de Tirkiye kete vê rewşê. Divê rêveberiya wê derê berjewendiyên hemû aliyan li ber çav bigre. Heta niha ti daxwaz ji me re nehat. Heta niha ti pêwendiyek me nebû lê hêvîdar im ku çêbibe.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst