608 nexweşên penceşêrê dixwazin derbasî Tirkiyê bibin

23-07-2023
Xalid Cemîl Mihemed
608 nexweşên penceşêrê dixwazin deriyê Tirkiyê li pêşiya wan bê vekirin
608 nexweşên penceşêrê dixwazin deriyê Tirkiyê li pêşiya wan bê vekirin
Nîşan Nexweşên Penceşêrê Rojavayê Kurdistanê Sûriye Tirkiye Efrîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ev du roj in malbatên 608 nexweşên penceşêrê, li nêzîkî Deriyê Bab El-Hewa, yê ser sînorê Tirkiyê ve kon danîne û daxwaz dikin, nexweşên wan ji bo Tirkiyê, bên derbaskirin, da ku çareseriyê werbigrin. Di nav nexweşan de, hejmareke nexweşên ji Efrînê jî hene.

“Penceşêr Çaverê Nake” û “Nexeweşên Penceşêrê Rizgar Bikin” bi van diruşman kampanya tûşbûyên penceşêrê û kesûkar û hevsozên wan, li navçeyên bakurê rojavayê Sûriyê, li Idlib û Efrînê, dest pê kiriye, di nav de jî girdbûnek li bajarê Sermeda, li nêzîka Deriyê Sînorî yê Bab El-Hewayê hatiye destpêkirin.

Ji xelkê Efrînê Luqman Silêman dibêje: “Em li filkeya Sermeda rawestiyane, girdbûn e. Hevsozî û bangewazî ji bo Rêxistina Tendirustî ya Cîhanî, ku cihekî ji van nexweşên penceşêrê re bibîne, ji ber ku nabe bê rawestan, pêwîstiya nexweşê penceşêrê bilez bi derman heye, derengxistin jê re nabe.”

Malbatên 608 nexweşên penceşêrê di vê kampanya û girdbûnê de beşdar in, ku piştî erdheja 6ê Sibatê rê bi wan nayê dan ji bo derbasî Tirkiyê bibin bi mebesta dîtina çareseriya tendirustî.

Tûşbûyê penceşêrê ji Efrînê Ferhad jî got: “Em hatine filkeya Sermeda derbarê girdbûna ji bo nexweşên penceşêrê, ez yek ji 150 mirovî ku bi penceşêrê ketine, ji bo vê girdbûnê hatime vê derê, em dixwazin navendên bijîşkî li vê derê li Efrînê û li Sermeda vekin, da nexweş çareseriyê bibînin û ziyanên bêhtir negihêjine wan, em vê yekê Rêxistina Tendirustî ya Cîhanî dixwazin an jî derbasbûna bo Tirkiyê hêsan bikin."

Li gorî zanyarî û dîmenên taybet, ku bi rêya Grûpa “EFRÎN LIVE” gihiştine Tora Medyayî ya Rûdawê, armanc ji wê kampanyayê ew e, da bi rêya Rûdwê dengê wan bigihêje aliyên pêwendîdar û cîhanê, ku pêwîstiya nexweşên penceşêrê bi derman, nexweşxaneyeke taybet bi wan û amêrên çareseriya tendirustî heye.

Birayê Ferhad ê  tûşbûyê penceşêrê ji Efrînê jî got: “Derman ne amade ne û dermanên ku hene jî pir buha ne, ango li ser me gleekî giran e. Îro ev birayê min yek ji 150 nexweşên penceşêrê ye, li Efrînê ne û hemû ji kîsî xwe derman dikirin, yek jê birayê min derfet jê re çê bû û derbasî Tirkiyê bû, sûd jê hebû, lê aniha em dibihîsin ku rêya çûna Tirkiyê hatiye girtin, li ber nexweşan ku herin dermanê xwe berdewam bikin. Îro em dibihîsin bêhtir ji 3 hezar nexweşên penceşêrê li Efrînê û herêmên derdora Efrînê hene. Ev jî astengî ye. Em tev dizanin ku nexweşê penceşêrê navendên pispor û nexweşxaneyên pispor pêwîst in."

Bi sedema wê rewşa aloz û necîgir, roja Şemiyê 22yê Tîrmeha 2023yan, zarokekî 11 salî, bi navê Silêman Îsa, ku nexweşê penceşêr bû, canê xwe jidest da, ew zarok ji gundê Hec Iskender ê ser bi gundewarê Efrînê bû.

Her li gorî zanyariyên Rûdawê, li navçeyên bakurê rojavayê Sûriyê û Efrînê, 3 hezar û 300 nexweşên penceşêrê hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst