Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya ragihand ku di operasyonên li dijî Cemaeta Fetullah Gulen ên li 37 parêzgehan de 58 kes hatine girtin.
Alî Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê operasyonên ku ev 2 hefte ne didomin daxuyanî da.
Yerlîkaya diyar kir ku di çarçoveya lêpirsînan de 121 gumanbar hatine desteserkirin û ji wan 58 kes hatine girtin.
Ji bo 29 kesan biryara kontrola dadî hatiye dayîn û kar û barên gumanbarên din jî berdewam dikin.
Tohmetên li ser gumanbaran
Li gorî daxuyaniyê, ew kes bi tohmetên wekî "cihgirtina di nava sazûmaniya leşkerî, xwendekar û dadweriyê ya veşartî ya rêxistinê de, bikaranîna bernameya ByLockê û propagandaya rêxistinê ya li ser medyaya civakî" hatine tometbarkirin.
Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê her wiha destnîşan kir ku di operasyonan de ew kesên ku cezayê wan ê girtîgehê teqez bûye û lêgerîn li wan hebûye jî hatine girtin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse