Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya ragihand ku di operasyonên li dijî DAIŞê ya li 17 bajaran hatin kirin de 89 kes hatin desteserkirin.
Alî Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyand ku bi kordînasyona Serdozgeriyên Komarê û Serokatiya Daîreya TEMê ya Birêvebiriya Giştî ya Ewlehiyê û ji aliyê Birêvebiriyên Ewlehiyê yên Bajaran ve xebat hatin kirin.
Wî diyar kir ku li Antalya, Eskîşehir, Denîzlî, Hatay, Kirikkale, Stenbol, Osmaniye, Sakarya, Yozgat û Êlih, Xarpêt, Dîlok, Mereş, Kilîs, Meletî, Riha û Wanê li hemberî kesên ku hatiye tesbîtkirin di nav DAIŞê de çalakiyan dikin operasyon hat kirin.
Yerlîkaya da zanîn ku di operasyonê de 89 kes hatine desteserkirin û wiha got:
"Ez parêzgarên me, serdozgeriyên me yên ku operasyon koordîne kir û polîsên me pîroz dikim.
Ji bo aramî û ewlehiya xelkê me em operasyonên xwe bê navber didomînin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse