Erzingan: 2 endazyarên ku li kanzaya zêran dixebitîn hatin girtin

03-03-2024
RÛDAW
Nîşan Erzingan Kanzaya Zêran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di çarçoveya lêpirsîna ku li ser herifîna kanzaya zêran a navçeya Îliçê ya parêzgeha Erzinganê hat destpêkirin de 2 endazyarên ku kar bi rê ve dibirin hatin girtin.

Serdozgariya Komarê ya Erzinganê derbarê herifîna kanzaya zêran a Îliçê de ku 9 karker di bin axê de man û hîn jî çarenivîsa wan ne diyar e lêpirsîn dabû destpêkirin û lêpirsîn berdewam e.

Li ser bingeha lêpirsînê 2 endazyarên bi navên Î.T. û K.M.A. ku karê kanzayê bi rê ve dibirin hatin desteserkirin û bi biryara dadgehê hatin girtin.

Berê jî di çarçoveya lêpirsînê de rêveberê kompanyaya Kanadayî ya ku kanza dixebitand J.R.G. jî di nav de 6 kes hatibûn girtin, 3 kes jî bi şertê kontrola edlî hatibûn berdan.

Li navçeya Îliçê ya parêzgeha Erzinganê roja Sêşemê 13ê Sibata 2024an demjimêr 14:28an kanzaya zêran herifî û 9 karker di bin de man.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

AK Partî li Periyê bi ser ket / Wêne: Rûdaw / Alî Haydar Gozlu

AK Partî li Periyê bi ser ket

AK Partî di hilbijartinên bajarokê Periyê yê navçeya Mêzgirê ya Dêrsimê Bakurê Kurdistanê de bi ser ket