10 milyon metre sêgoşe ax bi ser karkeran de hilweşiyaye: Malbat li benda mizgîniyeke xêrê ne

16-02-2024
Rawîn Stêrk
Rawîn Stêrk
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Erzingan Kanzaya Zêran Hêvî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li kanzaya zêran a li gundê Çoplerê yê navçeya Îliçê ya Erzinganê hez li axê ket û 9 karker man di bin axê de.

Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Siruştî yê Tirkiyeyê Alparslan Bayraktar ragihand ku ji bo rakirina axa ku herifiye 400 hezar barhilgir pêwîst in.

Ango zêdeyî 10 milyon metre sêgoşe ax bi ser karkeran de hatiye.

Di dawiya roja duyem de jî malbat bi girî û gazinc li benda zelalbûna aqûbata kesûkarên xwe bûn.

“Hema dibêjin niştiman sax û hew”

9 karker çend roj in di binê bi milyonan ton ax de ne û malbatên wan jî li benda agahiyekê ne.

Ugur Yildiz jî yek ji wan karkeran e.

Dêya wî Sevda Yildizê ragihand ku Ugur Yildiz beriya salekê zewiciye û 8 sal in jî li vê kanzayê dixebitî.

Sevdayê got ku karê kurê wê çaygertî bûye û dema axa kanzayê herifî di hundirê konteynerê de bû.

Yekî ji xizmên karkeran Osman Keklîk got:

“Qedera miletê Tirk payîn e. Miletê Tirk divê her bisekine û li bendê be.

Dê hinek hin tiştan bikin û miletê Tirk dê li hêviyê be. Dê mexdûr li hêviyê bin, yên di binê kavilan de dê li hêviyê bin dê can li hêviyê bin.

Hema dibêjin niştiman sax û hew. Xilas.”

“Niha jî ji bo me tiştek nekirine”

Mahmut ku li benda derxistina birayê xwe ye wiha anî ziman:

“Birayê min di binê axê de ye. Hemû karkerên din jî birayên me ne. Ew canên me ne.

(Rayedan) heta niha ji bo me tiştek nekirine. Navendeke qeyranê nehat avakirin û agahiyan nadin me.

Em bi telefona xelkê û bi saya televizyonan agahiyan distînin û tên vir.”

Li gorî agahiyên ku wezîr û parêzgar parve dikin, gihîştina cihê karkeran heta niha ne pêkan bû û ji ber ku berdewam ax diherife di demeke nêz de jî dê ne pêkan be.

Ji 10 bajaran zêdeyî 800 kesî bi kamerayên termal, dron û amûrên pêşketî hewl didin cihê karkeran tespît bikin lê heta niha encamek nehatiye bidestxistin.

Bayraktar: 400 hezar barhilgir pêwîst in

Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Siruştî yê Tirkiyeyê Alparslan Bayraktar di daxuyaniya xwe de got:

“Em hewl didin ku di dema lêgerînê de tiştek bi tîmên hewarçûnê neyê.

Dema em karê rizgarkirinê dikin nabe ku zirarek bi xebatkaran were. Kes ji me vê naxweze.

Em bi baldariyeke zêde karê rizgarkirinê dimeşînin. Mixabin ev kar demeke dirêj dixwaze.

Em behsa kutleyeke zêde ya axê dikin. Divê 10 milyon metre sêgoşe ax bê rakirin.

Ger di destê me de derfet hebe û em îro wê axê rakin 400 hezar barhilgir pêwîst in.”

“Divabû qad ji karkeran re hatibana valakirin”

Li hêla din, guman û tawanên li ser vê kanê her roj zêde dibin.

Cîgirê Serokê CHPyê Denîz Yavuzyilmaz ragihand ku beriya ew karesat rû bide, derzek li wî girê axê ketiye lê ti tevdîr nehatine girtin.

Yavuzyilmaz got, Ji bo axa ku hatiye rakirin divê senaryoyeke xeteriyê hatibana çêkirin.

Eger senaryoya xeteriyê tunebe jî pirsgirêkeke mezin e.

Eger hebe lê nehatibe bikaranîn ew jî xetayeke din e. Ger gumanek jî hebe pêwîst bû ew qad ji karkeran hatiba valakirin.”

Ev kanzaya zêran ku ji sedî 20ê wê yê kompaniyeke xwecihî ye, ji sedî 80yê wê jî yê kompanyayeke Kanada û Amerîkayê ye.

Kanza sala 2022yan jî bi teqîna boriya siyanûrê bûbû rojev.

Ji ber wê jî 16 milyon lîre ceza lê hatibû birîn.

Lewra pişt re jî eşkere bû ku 7,2 milyon dolar deynê heman kompaniyê yê bacê hatiye jêbirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst