Hewlêr (Rûdaw) - Li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê hêzên ewlehiyê yên hikûmeta Sûriyeyê Alaya Kurdistanê qedexe dikin.
Yasanasekî Kurd ê ji gundê Gemrûkê yê nahiyeya Mabatayê ya Efrînê ji Rûdawê re ragihand ku hêzên Ewlehiya Giştî yên hikûmeta Sûriyeyê ji çend ciwanên gund xwestiye ku Alaya Kurdistanê bilind nekin.
Ciwanan ji bo Newrozê amadehî dikir
Li gorî zanyariyên ku gihîştine Rûdawê, dema ku 5 ciwanên wî gundî ji bo amadehiyên Newrozê teker kom dikirin, Alaya Kurdistanê hilgirtibû.
Hêzên Ewlehiya Giştî ya hikûmeta Sûriyeyê ew ciwan rawestandin, dest danî ser nasnameyên wan û ji wan xwest ku biçin Navenda Ewlehiyê ya Mabatayê.
Li Navenda Ewlehiya Giştî lêpirsîn bi ciwanan re hatiye kirin û ew hatine agahdarkirin ku nabe Alaya Kurdistanê bilind bikin.
Li gorî çavkaniyê, navên wan ciwanan wiha ne: Mistefa Reşîd Mihemed Şoto, Ferhad Şêx Hesen, Diyar Mihemed Hemo, Ednan Ehmed Şoto û Ednan Hemûş.
Firotina alayê jî qedexe ye
Ji bajarê Efrînê jî çavkaniyeke taybet ji Rûdawê re eşkere kir ku roja duşemê, dewriyeke hêzên Ewlehiya Giştî ya hikûmetê li dikanên ser rêya Racoyê geriyaye.
Hêzên ewlehiyê xwediyên dikanan agahdar kirine ku pêşandan û firotina Alaya Kurdistanê qedexe ye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse