ŞINO - Balafirên şer li baregehên Pasdaran xistin

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Şino Êriş Pasdar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Balafirên şer îro nîvro êrişî baregeha sereke ya Supaya Pasdaran a Komara Îslamî ya Îranê ya li bajarê Şinoyê kir.

Di vê êrişê de baregeha sereke ya Pasdaran a li Taxa Ferhengiyan a li ser rêya Urmiyeyê hat hedefgirtin û dûmanê asmanê bajêr girt.

Li Nelosê jî li Pasdaran xistin

Di heman demê de balafirên şer êrişî baregeha Pasdaran a li bajarokê Nelosê yê Şinoyê jî kir.

Heta niha zanyariyên zêdetir li ser zerer û ziyanên vê êrişê nehatine eşkerekirin.

Cara ewil e Şino dibe armanc

Ji destpêka şerê Îsraîl-Amerîka û Îranê ve, ev cara yekem e ku êrişî baregeh û navendên leşkerî yên li bajarê Şinoyê tê kirin.

Bajarê Şinoyê li başûrê bajarê Urmiyeyê ye û dikeve sêgoşeya Rojhilat, Bakur û Başûrê Kurdistanê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst