Hewlêr (Rûdaw) - Du çavkaniyên bilind ên ji Wezareta Petrolê ya Îraqê ji Rûdawê re ragihand ku hinartina petrola Herêma Kurdistanê ya bi rêya Bendera Ceyhanê ji doh ve bi temamî hatiye rawestandin.
Çavkaniyeke ji Şirketa Petrola Bakur ji Rûdawê re got, "Biryara rawestandina hinartina petrolê ji aliyê şirketên petrolê ve hatiye dayîn."
Şirketên petrolê yên li Herêma Kurdistanê ji Wezareta Petrolê ya Federal re ragihandiye ku ji ber vê rewşa niha ya li herêmê, ew nikarin karên xwe bidomînin.
Her wiha wan şirketan daye zanîn ku heta rewş aram bibe ew dê karên xwe rawestînin.
Bihayê petrolê gihîşt asta herî bilind
Îro piştî nîvro, bihayê bermîleke petrola brent 7 dolaran biha bû û bi 85,06 dolaran hat firotin.
Ev yek ji Tîrmeha 2024an ve asta herî bilind a bihayê petrolê ye.
Şerê ku Amerîka û Îsraîl li hemberî Îranê dimeşînin berfireh dibe.
Ev yek bûye sedema têkçûna veguhastina sotemeniyê.
Her wiha ji ber girtina Tengava Hurmizê metirsiya qutbûna dabînkirina petrol û gaza Rojhilata Navîn zêde bûye. Ev jî sedema sereke ya bilindbûna bihayê petrolê ye.
Metirsiya karesateke aborî heye
Şêwirmendê Serokwezîrê Îraqê yê Karûbarên Aborî Muzher Mihemed Salih ji Rûdawê re ragihand:
"Girtina Tengava Hurmizê ji bo aboriya Îraqê aloziyeke giran e."
Muzher Mihemed Salih destnîşan kir ku Îraq ji bo hinartina petrolê bi giranî pişta xwe bi wê rêya avî girêdide û ji sedî 94ê petrola xwe bi rêya benderên başûr hinarde dike.
Pêwîst e hikûmeta Îraqê ji bo dabînkirina meaşên karmendan û xerciyên wezaret û projeyan rojane 3,5 milyon bermîl petrol hinarde bike.
Wê çavkaniya ji Wezareta Petrolê ya Îraqê got:
"Eger rewş heta 25 rojan bi vî awayî bidome û petrol neyê hinartin, wê demê dê karesateke aborî rû bide."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse