Asayîş: Em nizanin êrişa li ser Silêmaniyê bi çi hatiye kirin

2 demjimêr berê
Nîşan Silêmanî Heval Ebûbekir Dezgeha Asayîşa Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Taxa Berananê ya Silêmamaniyê dengê teqîneke bihêz hat bihîstin û ji nava taxê dûxan bilind dibe.

Nûçegihanê Rûdawê yê li Silêmaniyê Pêşewa Bextiyar ragihand ku li Taxa Berananê ya nêzîkî Şarî Ciwan dengê teqîneke bihêz hatiye bihîstin.

Xelkê li nêzîkî wê derê dibêjin ku wan berî dengê teqînê "dengê dronê bihîstiye."

Ji wî cihê Taxa Berananê ya Silêmaniyê ku hatiye armanckirin dûxan û agir bilind dibe lê hîn zanyariyên zêdetir derbarê bûyerê de nînin.

Asayîş û hêzên ewlehiyê jî dibêjin ku ew lêkolînê dikin.

Çavkaniyekî ji Encûmena Asayîşê ji a Rûdawê re got, "Em nizanin êrişa li ser Silêmaniyê bi dronê bûye yan bi mûşekê. Ew cihê lê hatiye xistin cihê mayîna Amerîkayiyan e."

Welatiyekî li nêzîkî cihê bûyerê ji Rûdawê re got, "Min dengê dronekê bihîst, zarokên min gotin 'Ew balafir e', min xwest ez herim bibînim û teqiya. Dengê wê gelekî bilind bû."

"Dernekevin derve û li malên xwe bimînin"

Parêzgarê Silêmaniyê Dr. Heval Ebûbekir peyamek belav kir û tê de bangî xelkê Silêmaniyê kir û got:

"Ji bo parastin û silametiya xwe û ji bo ku rê li ber tîmên hawarçûnê û aliyên peywendîdar neyê girtin, bi ti awayî serdana Taxa Berananê ya bombebarankirî nekin û li derve nemînin.

Ji bo karên pir pêwîst nebe wan rêyan bi kar neynin."

Welatiyan çend vîdeo ji Rûdawê re şandine û tê de diyar dibe ku agir û dûman ji wî cihî bilind dibe. Tîmeke agirvemirandinê jî ji bo kontrolkirina agir çûye cihê bûyerê.

Welatiyekî din vîdeoyek ji Rûdawê re şandiye û tê de dibêje: "Êriş bi dronê bû, bêhna barûtê tê."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst