Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Amerîka û Îsraîlê bi balafir û mûşekan gelek baregehên ewlehî û leşkerî yên li Rojhilatê Kurdistanê kirin hedef.
Li gorî agahiyên piştrastkirî, li parêzgehên Urmiye, Sine, Kirmaşan, Îlam û Loristanê yên Rojhilatê Kurdistanê, ji bilî nav bajaran, baregehên Supaya Pasdaran û Parêzvanên Sînor ên li gundan jî hatin armanckirin.
Ev êriş bi taybetî li deverên sînorî pêk hatin.
Hêzên Amerîka û Îsraîlê sêşemê (3yê Adara 2026an) li Rojhilatê Kurdistanê gelek cihên din jî dan ber bombeyan.
Îlam
Berê sibeha sêşemê, bi balafiran baregehên leşkerî, navendên mûşekan û baregehên parastina asmanî yên li parêzgeha Îlamê hatin bombebarankirin.
Her wiha Birêvebiriya Îtilaatê û Navenda Fermandariya Hêza Polîsan a Parêzgeha Îlamê ya li Qada Beheştiyê çend caran bûn armanca balafiran.
Navenda fermandariyê û çend baregehên Supaya Pasdaran ên li Îlamê ku wekî Supaya 'Emîrul Muminîn' tên naskirin jî hatin bombebarankirin.
Şêniyekî Îlamê diyar kir ku ji cihên bombebarankirî dengê teqînên bihêz hatiye bihîstin.
Li gorî heman şêniyî, fermandariya Supaya Pasdaran a parêzgehê herî kêm pênc caran hatiye bombebarankirin.
Medyayên fermî yên Îlamê belav kir ku di encama armancgirtina baregehên leşkerî yên li bajarê Sîrwanê yê Îlamê de, 2 leşker hatine kuştin.
Medyayên parêzgehê îro destnîşan kir ku rojên borî di êrişên Amerîka û Îsraîlê de mamosteyek û 2 xwendekarên parêzgehê canê xwe ji dest daye.
Li gorî agahiyên ku li ser torên medyaya civakî tên belavkirin, welatî ji Îlam û bajarên din ên wekî Mêran û Serawleyê derdikevin û bajaran vala dikin.
#VÎDEO - Li Rojhilatê Kurdistanê baregehên hêzên ewlehiyê tên bombebarankirin#Israel #Iran #Tahran #Trump #طهران #تل_أبيب pic.twitter.com/twvjQ0HEzJ
— RudawKurdi (@RudawKurdi) March 3, 2026
Urmiye
Roja sêşemê li nav bajarê Urmiyeyê gelek cih bi balafir û mûşekan hatin bombebarankirin.
Li gorî agahiyên medyayan ku beşek ji wan ji aliyê Rûdawê ve hatine piştrastkirin, baregehên Supaya Pasdaran, Besîcan û Fermandariya Parêzvanên Sînor hatine armanckirin.
Her wiha gotegot hene ku Birêvebiriya Îtilaatê û avahiya Dadgeha Şoreşê ya li wî bajarî jî hatine bombebarankirin.
Pêwendiyên Giştî yên Supaya Pasdaran ragihand ku li bajarê Urmiyeyê mûşekek li maleke sivîlan a li taxa Qasiymeyê ketiye. Di encamê de jin û mêrekî kal canê xwe ji dest daye.
Serbazgeha Supaya Pasdaran a li Sêriyana Rêjanê ya herêma Mergevera Urmiyeyê jî hat armanckirin.
Li gorî gotina xelkê herêmê, herî kêm 7 kes ji hêzên supayê hatine kuştin.
Li bajarê Şinoyê jî, navenda fermandariyê û navenda îstixbarata Supaya Pasdaran bûn hedef.
Her wiha baregehên Supaya Pasdaran ên li bajarokê Nelasê û gundê Nelîwanê û avahiya dadgehê bûne armanc.
Gotegot hene ku avahiya Îtilaata bajêr jî hatiye armanckirin lê ev yek heta niha nehatiye piştrastkirin.
Pêwendiyên Giştî yên Supaya Pasdaran di daxuyaniyekê de diyar kir ku li Şinoyê mûşek li mala sivîlan ketiye û hemû endamên wê malbatê hatine kuştin.
Di encama bombebaranan de kuştina herî kêm kesekî ji aliyê Tora Medyayî ya Rûdawê ve hat piştrastkirin û çend kes jî birîndar bûn.
Zerera ku gihiştiye hêzên ewlehî û leşkerî nehatiye eşkerekirin.
Li bajarên Mehabad û Pîranşarê jî bombebarankirina baregehên Supaya Pasdaran û polîsan didome.
Ji sibeha sêşemê ve, dengê çend teqînên bihêz li nav bajar û derdora Mehabadê hat bihîstin.
Yek ji wan cihên ku hat bombebarankirin, baregeheke Besîcan a li naverasta bajarê Mehabadê bû.
Her wiha baregeheke Supaya Pasdaran a li taxa Tepeya Qazî û baregeheke din a li gundê Goktepeyê hatin armanckirin.
#VÎDEO - Li Şinoya Rojhilatê Kurdistanê êrişên berfireh li ser baregehên Supaya Pasdaran tên kirin
— RudawKurdi (@RudawKurdi) March 3, 2026
🔴Şino dikeve başûrê Urmiyeyê, xwedî pêgeheke stratejîk e û li sêgoşeya sînorî ya di navbera Rojhilat, Bakur û Başûrê Kurdistanê de ye#Israel #Iran #Tahran #Trump #طهران #تل_أبيب pic.twitter.com/xN58VRpBW0
Sine
Bombebarankirina armancên leşkerî û ewlehiyê yên li nav bajarê Sineyê jî berdewam dike.
Şeva sêşemê, Navenda Fermandariya Polîsan a Parêzgeha Sineyê ya li Qada 12ê Xakelêweyê ya nav bajarê Sineyê çend caran hat hedefgirtin.
Her wiha cihek li bajarokê Seediyê yê wî bajarî hat bombebarankirin.
Îro jî Navenda Fermandariya Supaya Pasdaran, baregeheke Besîcan û Baregeha Polîsan a Hejmar 14 a li taxa Bajarokê Beharanê yê Sineyê hatin bombebarankirin.
#VÎDEO - Ev avahiya Îtlaetê ya li bajarê Mehabada Rojhilatê Kurdistanê ye û bi bombebarana Amerîka û Îsraîlê wêran bûye
— RudawKurdi (@RudawKurdi) March 3, 2026
🎙️Şahidekî ji Rûdawê re got:
🗨️Ti kes ji nav avahiyê rizgar nebûye, heta girtiyên li avahiyê jî pic.twitter.com/mCIGPeVQDN
Loristan
Li parêzgeha Loristanê îro çend cih li bajarên Burûcerd û Kûhdeştê hatin armanckirin.
Ew cihên ku hatine hedefgirtin, baregehên leşkerî yên Supaya Pasdaran û Artêşa Îranê ne.
Medyayên fermî yên parêzgeha Loristanê diyar dikin ku baregeheke hewarçûn û rizgarkirinê ya Heyva Sor a Îranê li ser rêya Xuremava û Burûcerdê bûye hedef.
Di encama vê êrişê de 4 kes birîndar bûne.
“Saziya Şehîdan” a bajarê Burûcerdê ragihand ku di êrişên îro de 3 efserên Supaya Pasdaran û artêşê hatine kuştin.
Her wiha hat ragihandin ku li Kûhdeştê ji ber bombebaranan 3 kes hatine kuştin û kesek jî birîndar bûye.
Beşek ji welatiyan ji nav bajarê Xuremavayê derketine û diçin gundan.
Polîsê Xuremavayê di daxuyaniyekê de ku îro belav kiriye dibêje ku bajar nehatiye valakirin.
#VÎDEO - Artêşa Îsraîlê li Rojhilatê Kurdistanê gelek mûşekavêjên Îranê dike armanc pic.twitter.com/O0zwAtdbKP
— RudawKurdi (@RudawKurdi) March 3, 2026
Kirmaşan
Li bajarê Paweyê yê parêzgeha Kirmaşanê, baregehên Supaya Pasdaran hatin hedefgirtin.
Baregeha sereke ya supayê ya li wî bajarî bi dijwarî hatiye bombebarankirin û bi temamî wêran bûye.
Li gorî wan agahiyên ku hatine belavkirin, gelek endamên Supaya Pasdaran hatine kuştin.
Her wiha herî kêm 2 sivîlên ku di dema bombebaranê de li nêzîkî baregeha Supaya Pasdaran bûn, canê xwe ji dest daye.
Li bajarê Kengawerê yê parêzgeha Kirmaşanê jî roja sêşemê dengê çend teqînên bihêz hat bihîstin.
Lê belê ne diyar e bê ma kîjan cih hatiye armanckirin.
Her wiha nîvroya sêşemê dengê çend teqînên bihêz li taxa Bajarokê Danişê ya nav bajarê Kirmaşanê hat bihîstin.
Li gorî wan nûçeyên ku belav bûne, cebilxaneya Supaya Pasdaran hatiye armanckirin.
Ji ber ku hikûmet û saziyên leşkerî yên Îranê bi berdewamî amara qurbaniyên êrişan belav nakin, hejmara temam a qurbaniyên van êrişan nayê zanîn.
Her wiha ji ber qutkirina înternetê, îhtimal heye ku agahiyên temam ên derbarê hemû êrişan de negihîjin medyayê.
#VÎDEO - Beriya li demekê li bajarê Paweyê yê Kirmaşanê baregehên Supaya Pasdaran a Îranê bi tundî hatin bomberankirin#Israel #Iran #Tahran #Trump #طهران #تل_أبيب pic.twitter.com/GtMwszAYqo
— RudawKurdi (@RudawKurdi) March 3, 2026
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse