Hewlêr (Rûdaw) - Di nava rojekê de cara duyemîn, bi dronan êrişî baregehên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDK-Î) yên li Koyeyê hat kirin û vê carê Navenda Ragihandinê ya wê partiyê ya li Kampa Azadiyê bû armanc.
Li gorî zanyariyên ku Rûdawê ji çavkaniyeke nav PDK-Îyê wergirtine, êrişa duyem îro beriya nîvro hatiye kirin û tê de Navenda Ragihandinê ya wê partiyê ya li "Kampa Azadiyê" hatiye lêdan.
"Zerer gihîşt avahiyê"
Çavkaniyê amaje bi wê yekê kir ku êrişê zererên canî nedane lê ziyan gihandiye avahiya Navenda Ragihandinê ya partiyê.
Ev di demekê de ye ku îro demjimêr 08:50yê êrişa yekem a bi dronan a li baregehên wê partiyê li Koyeyê dest pê kiribû.
"Kesek birîndar bû"
Qaymeqamê Koyeyê Tariq Heyderî ji Rûdawê re ragihand, di encama êrişa li baregehên PDK-Îyê de heta niha kesek bi sivikî birîndar bûye.
Heta niha ti aliyên fermî berpirsyariya êrişê negirtiye ser xwe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse