YSKyê biryar da Abdullah Zeydan mazbatayê bistîne: Wanî daketin kolanan

03-04-2024
RÛDAW
Nîşan YSK Wan Abdullah Zeydan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Piştî ku YSKyê biryar da Abdullah Zeydan mazbatayê bistîne xelkê Wanê daket kolanan dest bi pîrozbahiyan kir.

Lijneya Hilbijartinan a Tirkiyeyê (YSK) îtiraza DEM Partiyê qebûl kir û biryar da ku Abdullah Zeydan mazbatayê bistîne.

Piştî ku li Wanê mafê Abdullah Zeydan ê şaredarbûnê hat betalkirin û mazbata bi berbijêrê AKPyê yê Şaredariya Wanê hat dayîn li bajarê Wanê û li seranserê Bakurê Kurdistanê gelek çalakî û xwepêşandan hatin kirin.

Lijneya Hilbijartinan a Tirkiyeyê (YSK) piştî nerazîbûna xelkê û partiyên siyasî biryara Lijneya Hilbijartinan a Wanê betal kir.

Xelkê Wanê piştî biryara Lijneya Hilbijartinan a Tirkiyeyê (YSK) daket kolanan û dest bi pîrozbahiyan kir.

Gelek alî û saziyên cuda jî nerazîbûna xwe nîşan dabûn û bangî berbijêrê AK Partiyê Abdulahat Arvas kiribûn ku Serokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê qebûl neke.

Çi bûbû?

31ê Adarê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hilbijartinên xwecihî hatin kirin.

Namzedê DEM Partiyê Abdullah Zeydan bi rêjeya ji sedî 55,48an bû serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û DEM Partiyê her 14 şaredariyên Wanê standin.

Abdullah Zeydan dema ku parlamenterê HDPyê bû, sala 2016an hatibû girtin û bi Selahattîn Demîrtaş re zêdetirî 6 salan di Girtîgeha Edîrneyê de mabû.

Zeydan sala 2022yan hatibû berdanû  piştî ku ji girtîgehê derketibû bi biryara dadgehê qedexeya li ser mafên xwe rakiribû û li ber namzedbûna wî ti asteng nemabûn.

Derket holê ku Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê beriya hilbijartinan bi du rojan (29ê Adarê) îtirazî dadgehê kiriye û heman dadgehê jî ev biryara xwe betal kiriye.

Namzedê AK Partiyê Abdulahat Arvas jî li Wanê bi rêjeya ji sedî 27,15an bûbû duyem.

Lê Lijneya Hilbijartinan a Bajêr mazbataya şaredarbûnê da namzedê AK Partiyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst