Girtiyê Kurd Hasîp Avşar piştî 31 salan hat berdan

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Hasîp Avşar Girtiyê Siyasî Berdan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hasîp Avşarê 51 salî yê ku di Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 2yan a Amedê de dihat girtin, piştî 31 salan hat berdan.

Hasîp Avşar sala 1995an li navçeya Kuşadasiyê parêzgeha Aydinê ya Tirkiyeyê hatibû desteserkirin.

Ew di Dadgeha Ewlehiya Dewletê (DGM) ya Amedê de hat darizandin û cezayê muebetê lê hat birîn.

Avşar di 31 salan de di girtîgehên Çankiri, Yozgat, Kirikkale, Bolu, Çewlîg, Aksaray, Sêrt û Sincanê de ma.

Her çend diviyabû ew 30yê Adara 2025an bihata berdan jî, berdana wî 2 caran bi biryara Komîteya Birêvebir û Çavdêriyê hat astengkirin.

Komîteyê bi hinceta ku wî "poşmanî" qebûl nekiriye, rê li ber azadiya wî girtibû.

Bi kevokan hat pêşwazîkirin

Malbata Avşaran, Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY-DER), Rêxistina DEM Partiyê ya Amedê û gelek welatî li ber deriyê girtîgehê ew pêşwazî kir.

Hasîp Avşar li wir kevokên ku sembola azadiyê ne firandin.

Hasîp Avşar paşê bi karwanekî otomobîlan çû navçeya Bismilê û li wir jî li ber saloneke dawetê bi awayekî bikom hat pêşwazîkirin.

Piştî axaftinan, Avşar derbasî mala malbata xwe bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst