کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Êrişên li Herêma Kurdistanê / Wêne: Torên civakî

Êrişên li Herêma Kurdistanê / Wêne: Torên civakî

Kurdistan

Eshabul Kehfê berpirsyariya êrişên li Herêma Kurdistanê girt ser xwe

RÛDAW

RÛDAW

03-04-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
RÛDAW
RÛDAW03-04-2026

Nûçeyên Têkildar

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin
Kurdistan19-11-2026

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin
Kurdistan19-11-2026

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn
Kurdistan19-11-2026

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn

Hewlêr (Rûdaw) - Koma çekdar a Eshabul Kehfê ya ku xwe wekî beşek ji "Berxwedana Îslamî" pênase dike, berpirsyariya çend êrişên li Herêma Kurdistanê girt ser xwe.

Eshabul Kehfê her wiha hişyarî da sivîlan ku ji wan cihên nêzîkî baregehên Amerîkayê ne dûr bikevin.

Li gorî daxuyaniya wê grûpa çekdar, çekdarên Eshabul Kehfê berjewendiyên Amerîkayê yên li Herêma Kurdistanê kirine armanc.

Di daxuyaniyê de hat gotin: "Operasyonên me dê bi gurbûneke zêdetir bidomin."

Di çend demjimêrên borî de, tenê li parêzgeha Hewlêrê nêzîkî 12 êrişên dronan hatine kirin.

Eshabul Kehfê li gel komeke din a bi navê Seraya Ewliyaul Dem berpirsyariya piraniya wan êrişan girtiye ser xwe ku ji 28ê Adarê ve li Herêma Kurdistanê û baregeh û berjewendiyên Amerîkayê yên li Îraq û herêmê tên kirin.

Eshabul Kehfê piştî destpêkirina şerê Amerîka-Îsraîl û Îranê, çend caran gef li artêşa Amerîkayê, leşkerên Fransayê yên li Îraqê û xelkê biyanî yên li Herêma Kurdistanê xwarine.

Her wiha wan hişyarî daye berpirsên Wezareta Parastinê ya Îraqê ku hevkariyê bi wan hêzan re nekin ku kom wekî "biyanî" bi nav dike.

Pirsên