Colemêrg (Rûdaw) - Şaxa Colemêrgê ya Komeleya Karsaz û Pîşesazên Serbixwe (MUSÎAD), li parêzgeha Colemêrgê heta niha alîkarî gihandiye bi dehan dibistanan.
Bi piştgiriya komeleyê beşek ji dibistanên navçeyên Colemêrgê hatin nûjenkirin.
MUSÎADê herî dawî li navenda bajêr du atolyeyên kompîteran vekirin û kelûpelên xwendinê li ser dibistanan dabeş kirin.
Ji bo 2 dibistanan laboratuvar hatin vekirin
Li Colemêrgê û navçeyên wê, Şaxa MUSÎADê ji bo navendên xwendinê pêleke nû ya alîkariyê daye destpêkirin.
Di vê çarçoveyê de, ji bo du dibistanan laboratuvar hatin amadekirin û bi merasîmekê hatin vekirin.
Serokê Şaxa MUSÎADê ya Colemêrgê Adnan Oveç got, “Me berê li Gundê Gulkaya yê Şemzînanê alîkarî gihand nêzîkî 280 xwendekaran.
Li vê dibistanê jî me ji bo 400 xwendekaran atolyeya kompîterê vekir. Armanca me ew e ku em li Çelê, Gever û Rûbarokê jî xizmeta dibistanan bikin.”
Nûjenkirin û piştgiriya darayî
MUSÎADê her wiha ji bo 6 dibistanên li sînorê parêzgehê kelûpelên pêwîst dabîn kirin.
Alîkariyên komeleyê zêdetir ji kompîter, nûjenkirina avahiyan, pirtûk û kelûpelên xwendinê pêk tên.
Her wiha MUSÎAD alîkariya darayî dide xwendekarên kêmderfet.
Muxtarê Gundê Nehriyê Azad Çîftçî jî got, “Em ji bo alîkariya xwendekarên xwe hatin.
Me daxwazên wan guhdar kirin û me formayên dibistanê û keresteyên pêwîst ji wan re anîn. Em gelekî kêfxweş bûn.”
Birêvebirê Dibistanê Sidkî Zeyrek jî got, “Îro berpirsên MUSÎADê hatin dibistana me.
Wan ji bo me 2 atolyeyên kompîterê amade kirin.
Her wiha ji bo beşa me ya motorê otomobîlek anîn û gelek diyarî dan xwendekaran. Em spasiya Adnan Oveç û MUSÎADê dikin.”
Beşdarên merasîmê
Li navenda Colemêrgê di merasîma vekirina atolye û laboratuvaran de, Parêzgarê Colemêrgê Îbrahîm Taşyapan, Serokê Giştî yê MUSÎADê Abdulkadîr Çinar, Serokê Rêxistina AK Partiyê Zeydîn Kaya û berpirsên parêzgehê amade bûn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse