Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Pêşmergeyan ragihand ku gotegotên rawestandina alîkariyên Amerîkayê yên ji bo Pêşmergeyan bêbingeh in.
Wezaretê diyar kir ku pêvajoya piştgiriyê li gorî têgihiştina hevbeş a di navbera Wezareta Parastinê ya Amerîkayê û Wezareta Pêşmergeyan de didome.
"Gotegot bêbingeh in"
Wezareta Pêşmergeyan daxuyaniyak belav kir.
Wezaretê di daxuyaniyê de got, "Çend roj in gotegotên wê yekê tên belavkirin ku qaşo alîkariyên Amerîkayê yên ji bo Pêşmergeyan hatine rawestandin. Ev gotegot bêbingeh in.
Pêvajoya piştgiriyê li gorî wê têgihiştina hevbeş a di navbera Wezareta Parastinê ya Amerîkayê û Wezareta Pêşmergeyan de didome.
Ev têgihiştin ji bo serxistina pêvajoya çaksaziyê û yekkirina Hêzên Pêşmerge hatiye îmzekirin."
Wezaretê di daxuyaniya xwe de amaje bi wê yekê jî kir, "Tenê alîkariyên ji bo şerê li dijî terorîstên DAIŞê sekinîne.
Sedema vê jî sînordarbûn û kêmbûna çalakiyên terorîstên DAIŞê ye."
Dan û standin dê dest pê bikin
Wezaretê qala wê yekê jî kir ku alîkariyên darayî û lojîstîkî yên Amerîkayê li gorî nexşeyeke demkî hatine rêkxistin.
Li gorî daxuyaniyê, dema dawî ya vê têgihîştinê meha Îlona 2026an e.
Tê çaverêkirin ku di dema bê de, ji bo îmzekirina têgihiştineke nû di navbera her du aliyan de dan û standin dest pê bikin.
Guhertina di budceya Pentagonê de
Ev daxuyanî di demekê de ye ku li gorî reşnivîsa projeyasaya budceya Wezareta Şer a Amerîkayê (Pentagon) ya ji bo 2027an, di alîkariyên ji bo Pêşmergeyan de guherîneke mezin çêbûye.
Ew alîkariyên ku di sala 2026an de ji bo çekdarkirin û rahênana Hêzên Pêşmerge hatibûn veqetandin, nêzîkî 61 milyon dolarî bûn.
Lê belê di reşnivîsa budceya nû de ev hejmar daketiye sifir dolarî.
Rakirina alîkariyên Hêzên Pêşmerge yên di vê bernameyê de balê dikişîne.
Çimkî di çarçoveya heman bernameyê de, Pentagonê 38 milyon û 600 hezar dolar ji bo Wezareta Parastinê ya Îraqê xwest.
Her wiha Pentagonê 57 milyon û 452 hezar û 160 dolar jî ji bo Dije Terora Îraqê xwest.
Ev her du hejmar bi hev re dike zêdetirî 96 milyon û 452 hezar dolar.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse