Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Baskilê ya parêzgeha Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê di qezayeke trafîkê de kesek mir û 2 kes jî birîndar bûn.
Li nêzîk gundê Dodikanê navçeya Baskîlê du otomobîl li hev qelibin.
Di encama qezayê de yek jê bi giranî 3 kes birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê cendirme û tîmên tendirustiyê çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê her sê birîndar rakirin naxweşxaneyên cuda yên Xarpêtê.
Lê belê Alî Kusekê 74 salî yê ku bi giranî birîndar bûbû li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.
Her wiha dermankirina birîndarên din li nexweşxaneyê berdewam dike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse