Hewlêr (Rûdaw) - Girtiyê Kurd Mîhrab Ebdulahzadeyê ku ji aliyê Îranê ve hat îdamkirin, di pêwendiyeke telefonî de eşkere kiriye ku wî di bin zextê de tawaneke ku nekiriye qebûl kiriye.
Ev pêwendiya telefonî piştî ku Ebdulahzade îro hat îdamkirin, ji aliyê rêxistineke mafên mirovan ve hat belavkirin.
Girtiyê Kurd Mîhrab Ebdulahzadeyê îro serê sibehê li Urmiyeya Rojhilatê Kurdistanê hat îdamkirin.
Mîhrab Ebdulahzade bi wê yekê dihat tohmetbarkirin ku di dema xwenîşandanên “Jin, Jiyan, Azadî” yên 2022yan de beşdarî kuştina efserekî paramîlîter ê Îranê bûye lê wî ev îdia red dikir.
“Em dizanin te nekiriye”
Ebdulahzadeyê 28 salî di pêwendiyeke telefonî de bi Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê ya li Fransayê re axiviye û kopyeyek ji vê axaftinê gihîşt destê Rûdawê.
Ebdulahzade di axaftina xwe de dibêje ku efserekî îstixbarata Îranê di dema lêpirsînê de jê re gotiye, "Ji ber ku tu naxwazî bi me re bixebitî, divê tu tiştekî li xwe bigirî."
Ebdulahzade diyar kiriye ku wî efserî jê re gotiye, "Em dizanin ku te ev yek nekiriye" û wî destnîşan kiriye ku ew hatiye neçarkirin ku sê rûpelên îtirafan îmze bike.
Girtiyê Kurd ê ku hat îdamkirin, li Urmiyeyê xwediyê kuaforekê bû.
Ew di Çiriya Pêşîn a 2022yan de, mehekê piştî xwenîşandanên li dijî hikûmetê, hat desteserkirin.
Ebdulahzade piştre ji bo navendeke desteserkirinê ya Supaya Pasdaran a Îranê hat veguhastin.
Li gorî Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê, Ebdulahzade bi kuştina endamekî Basîcê hatibû tohmetbarkirin ku ew jî komeke paramîlîter a xwebexş e û wekî yek ji baskên Supaya Pasdaran dixebite.
“Şkenceya derûnî û fîzîkî”
Ebdulahzade di pêwendiya telefonî de aniye zimên ku wî "ji aliyê derûnî û fîzîkî ve" şkence dîtiye.
Wî her wiha daye zanîn ku ew bi tohmeta "Fesad fîl Erz" (Li ser rûyê erdê belavkirina xerabiyê) jî hatiye tawanbarkirin.
Ev tohmetek e ku rayedarên Îranê gelek caran di dozên ku cezayê îdamê li pey wan e de bi kar tînin.
Wî her wiha gotiye, "[Wan ji min re digot] 'Divê tu bibî zilamê me' û israr dikirin ku ez navan bidim wan."
“Malbata qurbanî jî dizane ez bêguneh im”
Ebdulahzade di pêwendiya telefonî de daye zanîn ku ew di dîmenên kuştina endamê Basîcê de xuya nekiriye û wî gotiye, "Malbata qurbaniyê jî dizane ku ez bêguneh im."
Ebdulahzade roja pêncşemê bi 2 girtiyên din ên siyasî, Nasir Bekrzade û Yequb Kerîmpûr re, hatibû veguhastin ji bo hucreya yekkesî.
Ew her du girtî jî roja şemiyê hatibûn îdamkirin.
Pêla îdaman a li Îranê
Îranê ji 28ê Sibatê ve ku şerê wê yê bi Amerîka û Îsraîlê re dest pê kiriye, dayîna cezayên îdamê leztir kiriye.
Ev pevçûn beriya agirbesta 8ê Nîsanê nêzîkî 6 hefteyan ajotibû.
Hefteya borî Neteweyên Yekbûyî piştrast kir ku ji destpêka şer ve 21 îdam pêk hatine û zêdetirî 4 hezar kes jî hatine desteserkirin.
Kesên ku di xwenîşandanên sala 2022yan, xwenîşandanên Kanûna Paşîn a 2026an û şerê 12 rojî yê bi Îsraîlê re yê Hezîrana 2025an de hatine desteserkirin bi pêvajoyeke bilez tên darizandin.
Ew kesên ku Adara îsal di dema şer de hatine girtin jî bi heman awayî tên darizandin.
Di nava tohmetên li ser wan de “sîxurî” û "hevkariya bi dijmin re" jî hene.
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty International) înê di daxuyaniyekê de got:
"Dema ku rayedarên Îranê ji bo tirsê belav bikin îdamên kêfî yên mixalifên siyasî û xwenîşanderan zêde dikin, divê civaka navneteweyî destgirêdayî (bêdeng) nemîne."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse