Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeyên Bêrecûk û Wêranşarê yên Rihayê barana dijwar û bahozê karesat bi pey xwe re anî.
Li gorî daxuyaniya Parêzgariya Rihayê, ji ber bahozê kesek miriye û 40 kes jî birîndar bûne.
Li her du navçeyan jî perwerde rojekê hat rawestandin.
Bîlançoya bahozê hat eşkerekirin
Parêzgariya Rihayê bîlançoya rewşa hewayê ya nebaş a ku îro li navçeyên Bêrecûk û Wêranşarê çêbû eşkere kir.
Li herêma ku bahoz û baran lê hebû, gelek dar hilkişiyan, banên avahiyan firiyan û lehî rabû.
Li Bêrecûkê mirî û birîndar hene
Di daxuyaniya Parêzgariya de hat diyarkirin ku ji ber bahoz û barana li navçeya Bêrecûkê kesek miriye û 29 welatî jî birîndar bûne.
Ji birîndaran rewşa 7an giran e û ew rakirine nexweşxaneyên li navenda bajêr.
Dermankirina 22 kesan jî li Nexweşxaneya Dewletê ya Bêrecûkê didome.
Li Wêranşarê 11 birîndar
Li navçeya Wêranşarê jî ji ber bahozê 11 kes bi sivikî birîndar bûn.
Parêzgariyê piştî karesatê ji bo Bêrecûk û Wêranşarê biryarên girîng standin.
Perwerde rawestiya
Li gorî daxuyaniya Parêzgariyê, li hemû saziyên perwerdeyê yên li Bêrecûk û Wêranşarê sibe perwerde nayê kirin.
Her wiha karmendên ducanî, yên astengdar û yên ku nexweşiyên wan ên kronîk hene jî dê sibe bi destûr werin hejmartin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse