Çîrokên 3 ciwanên Urmiyeyî yên ku Îranê ew îdam kirine

1 demjimêr berê
Nîşan Îran Urmiye Ciwan Bidarvekirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Daraza Îranê li Urmiyeyê biryara bibidarvekirinê da 3 ciwanan û ev biryar bi cih anî.

Piştî bidarvekirinê, Îranê rê neda ku sersaxî li nav bajêr bê danîn.

Girtiyekî berê got, "Nasir û Mîhrab bi dergistî bûn û heta dawiyê jî dergistiyên wan li benda wan bûn."

Çîroka Mîhrab Evdulazade

Ajansa fermî ya daraza Îranê, îro serê sibehê nûçeya bidarvekirina girtiyê siyasî yê Kurd Mîhrab Evdulahzade belav kir.

Mîhrab bi “kuştina endamekî Basîcan” hatibû tawanbarkirin.

Hemîd Çapatî çalakvanekî mafên mirovan e, wî li ser jiyana Mîhrab û Nasir agahî dan Rûdawê.

Hemîd ji ber xebatên xwe yên li ser medyaya civakî 3 mehan di girtîgeha Urmiyeyê de ma û 3 mehan jî di hepsa malê de ma.

Piştî ku dema cezayê wî qediya, ji Îranê reviya û çû derveyî welat.

Bi şkenceyê îfadeyên wî hatin wergirtin

Çapatî li ser 3 mehên ku li gel Mîhrab derbas kirine anî zimên:

"Mîhrab, di dema raperîna Jînayê de sala 2022yan li Kolana Velî Esrê ya Urmiyeyê hat desteserkirin. Li wir kuaforeke wî hebû."

Beriya ku Mîhrab bê desteserkirin, nêzîkî kuafora wî Basîcek tê kuştin û ew jî bi wê tawanê tê desteserkirin.

Çapatî got, "Di bin êşkenceyê de neçar ma ku qebûl bike ew kes wî kuştiye" û li ser kesayeta Mîhrab jî ev agahî dan:

"Ne kesekî siyasî bû, gelekî rûken û dilgeş bû. Piraniya rojan şkence lê dikirin lê me her şev heta serê sibehê bi hev re civat dikir."

Mîhrab du caran hewl da xwe bikuje

Hemîd Çapatî diyar kir ku gelek şkence lê dihat kirin û got:

"Tirs û xofeke mezin dikişand. Ji ber ku li benda bidarvekirinê bû, ew qas şkence lê dikirin ku du caran hewl da xwe bikuje.

Rojekê ji min re got, di dadgehê de dema ku zanîn ez Kurd im, helwesta wan guherî û tundtir bûn.

Min jî di girtîgehê de dît ku Mîhrab çend kesên welatparêz nas dike."

Mîhrab payîza 2022yan hat desteserkirin û havîna 2024an jî biryara bidarvekirina wî hat dayîn.

Ew bi hinceta "endametiyê û li dijî Komara Îslamî beşdariya di nav komên çekdar de" hat cezakirin.

Çîroka Nasir Bekirzade

Nasir, hevalê Mîhrab bû û ew jî tevî hevalekî xwe yê din ê bi navê Yeqûb Kerîmpûr 2yê Gulanê hatin bidarvekirin.

Nasir sala 2023yan bi tohmeta "sîxuriya ji bo Îsraîlê" hat desteserkirin.

Hemîd Çapatî destnîşan kir: "Nasir 88 rojên pêşî di girtîgehê de di bin çavdêriya îstixbaratê de ma û şkenceyeke giran lê hat kirin.

Di bin şkenceyê de îfadeyên wî hatin wergirtin û vîdeoya wî hat girtin."

Tenê xwişkeke wî hebû û bi dergistî bû

Nasir Bekirzadeyê 26 salî, ji aliyê Şaxa 39an a Dadgeha Şoreşê ve bi tawanbariya “komkirina agahiyan a li ser rayedarên siyasî, dînî û navendên wekî Netenzê û şandina wan a derveyî Îranê” hat cezakirin.

Çapatî ragihand, "Nasir, birayê bi tenê yê du xwişkan bû, li sûka Urmiyeyê dikaneke wî ya telefonan hebû û bi dergistî bû lê negihîşt mirazê xwe."

Nasir jî di girtîgehê de carekê hewl daye dawî li jiyana xwe bîne.

Çapatî daxuyand, "Li wê girtîgehê ew qas zilmê li Kurdan dikin, eger hestên te yên neteweyî tune bin jî tu li wê derê diguherî û dibî kesekî din."

Piştî bidarvekirina wan, Îranê rê neda ku sersaxî li nav bajêr bê danîn, lewma malbatên wan neçar man merasîmê bibin gund.

Yeqûb Kerîmpûr

Yeqûb Kerîmpûr welatiyekî Azerî û bawermendê Yarsan bû, di dema şerê 12 rojî yê navbera Îran û Îsraîlê de hatibû desteserkirin.

Kerîmpûr jî bi tawanbariya "sîxuriya ji bo Îsraîlê" hat bidarvekirin û meha borî cezayê wî ji aliyê Dîwana Bilind ve hatibû erêkirin.

Îran yek ji wan welatan e ku herî zêde cezayê bidarvekirinê lê heye.

Neteweyên Yekbûyî eşkere kir ku ji destpêka adarê ve li Îranê herî kêm 21 kes bi tawanbariya "beşdariya komên çekdar ên li dijî Komara Îslamî, têkbirina ewlehiya neteweyî û alîkariya Îsraîl û Amerîkayê" hatine bidarvekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst