Hewlêr (Rûdaw) - Desthilata Dadê ya Îranê ragihand ku cezayê bidarvekirina girtiyekî Kurd ê bi navê Mîhrab Ebdulahzade hatiye pêkanîn.
Îro berê sibehê, ajansa nûçeyan a fermî ya Desthilata Dadê ya Îranê (Mîzan) nûçeya bidarvekirina girtiyê siyasî yê Kurd Mîhrab Ebdulahzade weşand.
Cezayê îdamê
Li gorî Mîzanê, Mîhrab Ebdulahzade bi kuştina endamekî hêzên Besîcê hatibû tohmetbarkirin ku ew hêzeke ser bi Pasdaran a Îranê ve ye.
Ajansa nûçeyan a Mîzanê ya ser bi Desthilata Dadê ya Îranê ve got:
"Piştî derbasbûna qonaxên qanûnî ji aliyê Dîwana Bilind a welat ve, ceza derketiye."
Desthilata Dadê ya Îranê ragihand ku cezayê Mîhrab Ebdulahzade îro berê sibehê hatiye pêkanîn lê qalê cihê darvekirinê nehatiye kirin.
Mîhrab Ebdulahzadeyê ku di girtîgeha navendî ya Urmiyeyê de bû, 18ê Kanûna Pêşîn a 2025an ji biryarê hat agahdarkirin.
Mîhrab Ebdulahzade payîza sala 2022yan hat desteserkirin.
Havîna sala 2024an ji aliyê lîqa 1ê ya Dadgeha Şoreşê ya Urmiyeyê ve bi serokatiya dadwer Necefzade bi tohmeta "bexî" yanî endamtiya wan komên ku li dijî hikûmeta Îslamî çalakiyên çekdarî dikin, biryara darvekirinê lê hat birîn.
21ê Kanûna Pêşîn a 2025an cezayê wî ji aliyê Dîwana Bilind a welat ve hat pesendkirin.
Îdamên din
Doh girtiyê Kurd Nasir Bekirzade û girtiyê Azerî Yaqûb Kerîmpûr bi tohmeta sîxuriya ji bo Îsraîlê hatin bidarvekirin.
Îran yek ji wan welatan e ku salane herî zêde cezayê bidarvekirinê lê tê pêkanîn.
Neteweyên Yekbûyî dibêje ji destpêka meha adarê ve herî kêm 21 kes li Îranê bi tawanên têkildarî "şerê çekdarî yê li dijî Komara Îslamî ya Îranê, xerabkirina ewlehiya neteweyî û alîkariya Îsraîl û Amerîkayê" hatine darvekirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse