Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgariya Amedê ragihand ku di pîrozbahiyên derketina tîma Amedsporê ya Lîga Super de 11 kes birîndar bûn û 10 kes jî hatin desteserkirin.
Piştî ku tîma Amedsporê doh serkeftineke dîrokî bi dest xist û derket Lîga Super a Tirkiyeyê, li seranserê Bakurê Kurdistanê û bi taybetî li Amedê pîrozbahiyên girseyî hatin lidarxistin.
Lê Parêzgariya Amedê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku 2 û 3ê Gulanê di dema pîrozbahiyan de hinek rûdanên nexwestî çêbûne.
11 kes birîndar bûn
Li gorî daxuyaniya parêzgariyê, ji ber teqandina çekan, guleyên bêserûber, amûrên birînê û fîşekên hewayî bi giştî 11 kes birîndar bûn.
Hat zanîn ku 3 ji birîndaran zarok in.
Her wiha hat ragihandin ku rewşa birîndaran baş e, metirsiya mirinê li ser wan nîne û tedawiya wan a li nexweşxaneyan didome.
10 kes hatin desteserkirin
Hêzên ewlehiyê yên Amedê ji bo ronîkirina rûdanan xebateke berfireh da destpêkirin.
Di çarçoveya lêpirsînê de gelek çek û amûrên tawanê hatin dîtin.
Hêzên ewlehiyê 10 kes bi tohmeta ku destê wan di wan rûdanan de heye desteser kirin.
Kesên desteserkirî veguhastin Birêvebiriya Ewlehiyê û kar û barên wan ên yasayî didomin.
Parêzgariyê bangî xelkê kir
Parêzgariya Amedê bal kişand ser girîngiya parastina jiyana welatiyan û bangî xelkê bajêr kir da ku di dema şahiyan de baldar bin.
Parêzgariyê tekez kir ku divê coşa şampiyoniyê nebe sedema metirsiya canî ya ti kesan û xwest ku her kes bi berpirsyarî beşdarî çalakiyan bibe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse