Hewlêr (Rûdaw) – Serokê PWKyê Mustefa Ozçelîk diyar kir ku Kurdan bi tifaqeke neteweyî heye û got, “Pêkhateyên konferansên 14 û 28ê Adarê û HAK-PAR, PDK-BAKUR dikarin bingehê tifaqa neteweyî deynin.”
Serokê Giştî yê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk li ser rûdanên dawî û pêwîstiya tifaqa neteweyî daxuyaniyek belav kir.
Mustafa Ozçelîk daxwaz kir ku partî û platformên Kurdan ên li Bakurê Kurdistanê bi lez bicivin û nûnertiyeke neteweyî ava bikin.
Ozçelîk diyar kir ku li Rojhilata Navîn û her çar parçeyên Kurdistanê rûdanên gelekî girîng hene û got, "Li Bakurê Kurdistanê avakirina mekanîzmayeke nûnertiya neteweyî, êdî ji her demê zêdetir pêwîst e û divê qet neyê bipaşxistin."
Ozçelîk qala siyaseta dewleta Tirkiyeyê kir û anî zimên:
"Dewleta Tirkiyeyê bi hemû dezgehên xwe ve siyaseta 'Yek dewlet, yek welat, yek milet, yek ala, yek ziman' dimeşîne.
Bi navê 'Pêvajoya Tirkiyeya Bêteror', dixwazin li Tirkiyeyê kes qala mafên neteweyî û kolektîf ên miletê Kurd neke."
Wî her wiha destnîşan kir ku bi navê "neteweya demokratîk û komara demokratîk" jî siyasetek tê meşandin ku mafê statuya milî, cografîk û siyasî yê miletê Kurd tune dihesibîne.
“Divê hebûna miletê Kurd bê qebûlkirin”
Serokê Giştî yê PWKyê destnîşan kir ku di rewşeke wiha de girîngiya tifaqa Kurdistanî zêdetir derdikeve pêş.
Li gorî Ozçelîk, divê nûnertiya neteweyî li ser van xalan bê avakirin:
"Qebûlkirina hebûna miletê Kurd û Kurdistanê, qebûlkirina mafê çarenûsî û xweîdarekirina gelê Kurdistanê ya bi statuyeke milî, cografîk û siyasî."
Du konferansên girîng ên li Amedê
Ozçelîk bi bîr anî ku ji bo avakirina nûnertiya neteweyî li Amedê du xebatên berbiçav hatine kirin.
Bi organîzasyona Tevgera Vejînê ya Kurdistanê, PÊLKURD, Partiya Sosyalîst a Kurdistanê PSK , PWK û hinek kesayetên serbixwe 14ê Adara 2026ê de li Amedê konferansek hat lidarxistin.
Her wiha li ser banga 100 kesayetên serbixwe yên Kurdistanî bi beşdarîya nêzîkî 150 siyasetmedarên Kurd di rojên 28-29ê Adara 2026ê de li Amedê konferanseke din jî hat lidarxistin.
Mustafa Ozçelîk li ser van xebatan ev agahî dan:
"14ê Adara 2026an li Amedê bi beşdariya nêzîkî 150 siyasetmedarên Kurd konferansek hat lidarxistin.
Di vê konferansê de Komîteya Hewldana Yekîtiya Neteweyî ya Bakurê Kurdistanê hat peywirdarkirin.
Her wiha 28-29ê Adara 2026an jî li Amedê konferanseke din hat lidarxistin. Di vê konferansê de jî Platforma Neteweyî ya Kurdan hat avakirin."
Banga hevdîtina hevbeş
Mustafa Ozçelîk anî zimên ku di biryarên her du konferansan de gelek xalên hevbeş hene.
Wî diyar kir ku ev her du konferans jî berhema hişmendiya neteweyî ne û cihê dilxweşiyê ne.
Ozçelîk bangî birêvebirên konferansan û aliyan kir:
"Tiştê maqûl ew e ku hemû birêvebir û pêkhateyên her du konferansan, hinek nêrîn û dudiliyên xwe yên şexsî deynin aliyekî.
Divê ew li gorî biryarên her du konferansan bi berpirsyariyeke neteweyî tevbigerin.
Divê her kes hişyar be ku bi gotin û helwestên xwe zererê nede hûnandina tifaqa neteweyî."
Serokê PWKyê diyar kir ku biryara hevdîtinan a di navbera van komîteyan û partiyên wekî HAK-PAR û PDK-BAKURê de gaveke dîrokî ye.
Wî di dawiya daxuyaniya xwe de got:
"Bêyî ku wext bê dirêjkirin, divê di zûtirîn demê de birêvebirên her du konferansan, HAK-PAR, PDK-BAKUR û hemû aliyên peywendîdar civîneke hevbeş li dar bixin.
Piştî amadehiyeke baş, divê konferanseke hevbeş li dar bixin û vê mizgîniyê bidin gelê me."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse