DÊRSIM - Parêzgarê nû çû Ziyareta Ana Fatmayê: Em dê karên baş bikin

03-06-2025
RÛDAW
Nîşan Dêrsim Şefîk Aygol Ziyareta Ana Fatmayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Parêzgarê nû yê Dêrsimê Şefîk Aygol ku dest bi erkê xwe yê nû kiriye, piştî merasîma li parêzgariyê bi hevjîna xwe Nazli Aygolê re çû Ziyareta Ana Fatmayê ku ji bo Dêrsimiyan wekî cihekî pîroz tê hesibandin.

Şefîk Aygol çû Ziyareta Ana Fatma yê ya li ser rêya Dêrsim-Pilemûrê ku yek ji sembolên herî girîng ên baweriya Elewiyan tê hesibandin û li wir ji aliyê dede û welatiyên Elewî ve hat pêşwazîkirin.

Şefîk Aygol û hevjîna wî, piştî diayên dedeyên Elewî, bi wan re loqme parve kirin û li ziyaretê çira pêxistin û dia kirin.

"Em dê li Dêrsimê karên baş bikin"

Parêzgar Şefîk Aygolê bi xelkê Dêrsim jî sohbet kir û got: "Îro em kêfxweş in ku me dest bi erkê xwe li bajarê dedeyan welatê me yê xweşik Dêrsimê kiriye. Me serdana malbata şehîdê me yê hêja kir û niha jî em kêfxweş in ku li Ziyareta Ana Fatmayê bi canên me re ne.

Bila Xweda yekîtiya me berdewam bike. Bila hêz û quwet bide me hemûyan. Em dê li Dêrsimê ku bi xweza, dewlemendî û nirxên mirovî bajarekî taybet e, karên baş bikin.

Em dixwazin ku hemû nirx alîkariya me bikin û diayên xwe ji me kêm nekin. Bila Xweda alîkar û destgîrê me be. Bila Hz. Elî bi me re be."

Li aliyê din, piştî daxuyaniya parêzgar Aygol, birayê serokê berê yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu Ziya Kiliçdarogluyê endamê Ocaxa Kurêşan jî axivî.

Kiliçdaroglu got: "Ez dibêjim tu bi xêr hatî parêzgarê me. Ez hêvî dikim ku ev xweşî ne tenê li Dêrsimê, li 81 parêzgehan jî pêk were. Em dixwazin ku em hemû bi biratî bijîn."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst