Hewlêr (Rûdaw) – Rêveberiya Polîsê Hewlêrê ragihand, welatiyê Tirkiyê yê bi navê Îsa Halîl One di mala xwe de mirî hat dîtin û li ser bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.
Duh Sêşemê li Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê, li ser agahdarkirinê tîmên polîsan çûn Apartmana Erojya ya li ser Cadeya Ronakî û termê kesekî mirî di malê de dîtin.
Li gorî daxuyaniya Rêveberiya Polîsê Hewlêrê cenaze yê welatiyê Tirkiyê Îsa Halîl One yê 64 salî ye.
Polîs li ser îhtîmala ku One berî çend rojan hatibe kuştin disekine.
Cenazeyê One birin Saziya Tiba Edlî û li ser bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.
Li gor zanyariyên Rûdawê Îsa Xelîl One xelkê Balikesîrê ye û li Hewlêrê karê firotina tirşî û dendik û hwd. dike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse