Li Wanê xaniyên darîn tên çêkirin: Zerera wan ji bo jîngehê nîne

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Wan Xanî Dar Jîngeh
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Du birayên ji parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê xaniyên ji daran çêdikin û difiroşin gelek herêman.

Li navçeya Erdîşê ya parêzgeha Wanê li ser rûberê 3 hezar metre çargoşe kargeha xwe ava kirine û 15 kes li wir dixebitin.

Xwediyê kar Erhan Durmaz li ser taybetmendiyên xaniyan got:

"Ji bo ku çar demsalan ev xanî bên bikaranîn, em di ser û binê wan û di navbera dîwaran de îzoleya germahiyê çêdikin.

Ji bo ku pergala elektrîkê nebe sedema êgir em kabloya ku naşewite bi kar tînin.

Her wiha ji bo ku salên dirêj bên bikaranîn jî em derdora xaniyan bi vernîk û boyaxa taybet boyax dikin."

Ev xaniyên ji daran, zererê nadin jîngehê û li ser daxwaza mişteriyan biçûk û mezin tên çêkirin.

Xanî du qatî ne û beşên pêwîst ên malekê li xwe digirin.

Mişterî Yakup Çelîk jî hestên xwe wiha anîn ziman:

"Ez ji jîngehê hez dikim û xeyala min a zaroktiyê ew bû ez di xaniyekî ku ji daran be de bijîm.

Ez dema hatim bajarê xwe min da çêkirin.

Li ser rûberê 60 metre çargoşe min bingehê xanî danî û ji ber ku du qatî ye em dikarin bibêjin 130 metre çargoşe ye.

Ji derve biçûk xuya dike lê hundirê wê fireh e."

Her du bira berê li bajarên Tirkiyeyê dixebitîn lê piştî 10 salan vegeriyane bajarê xwe.

Darên çamê yên zer ku di çêkirina xaniyan de tên bikaranîn taybet in bi parêzgeha Boluyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Dilawerê Zengî / Wêne û Vîdeo: Rûdaw

Dilawerê Zengî: Li Rojavayê Kurdistanê xewna Xanî û Cizîrî pêk hatiye

Nivîskar Dilawerê Zengî ragihand ku li Rojavayê Kurdistanê zimanê Kurdî derbasî qonaxeke dîrokî bûye û xewna helbestvanên mezin ên Kurd pêk hatiye