AGIRÎ - Tirba Ehmedê Xanî bê xwedî maye

03-08-2025
Omer Sonmez
Kameraman: Faruk Uysal
Kameraman: Faruk Uysal
Nîşan Ehmedê Xanî Mem û Zîn Bazîd Agirî
A+ A-

BAZÎD - Tirba zanyar, fîlozof û nivîskarê mezin ê Kurd Ehmedê Xanî ku li navçeya Bazîdê ya Agiriyê ye, rojane mazûvaniya bi hezaran geştyarên navxweyî û biyanî dike.

Tevî ku Xanî wekî damezrînerê bîra neteweyî ya Kurdî tê qebûlkirin, li ser tirba wî ti nîşaneyexdke Kurdewariyê nîne û nasnameya wî ya Kurdî tê veşartin.

Tirb û mizgefta Ehmedê Xanî di bin kontrola Serokatiya Kar û barên Diyanetê ya Tirkiyeyê de ye. Ji ber vê yekê, hemû tabela, agahdarî û helbestên wî yên li ser tirbê bi zimanên Tirkî û Îngilîzî ne û Kurdî hatiye paşguhxistin.

"Dewlet ji Xanî hez nake"

Nivîskar û dîrokzanê Bazîdî Mehmet Yardimci ku li ser jiyana Ehmedê Xanî pispor e, diyar dike ku dewlet nasnameya Kurdî ya Xanî bi zanebûn vedişêre.

Yardimci got, “Ehmedê Xanî di sala 1651an de li gundê Dizê yê Bazîdê ji dayik bûye û li medreseyên Cizîr, Îraq, Îran, Misir û Sûriyeyê xwendiye. Wî bi şahesera xwe Mem û Zînê, bi awayekî şîfreyî behsa zilm û neheqiya li ser Kurdan kiriye.”

Yardimci balê dikşîne ser polîtîkaya dewletê û wiha pê de diçe, “Dewleta Tirk ji Xanî hez nake. Ji ber wê jî navê wî bi Tirkî bi kar tîne û nahêle em bi Kurdî binivîsin. Helbestên wî yên bi Kurdî jî li ser tirbê nanivîsin.”

Tirb û Mizgefta Ehmedê Xanî di navbera salên 1989-1994an de ji aliyê şaredarê wê demê Mahmut Kotan ve hatiye çêkirin lê birêvebiriya wê di destê Diyanetê de ye.

Ji xeynî du sernavên kurt ên bi Kurdî, hemû nivîsên din bi Tirkî û Îngilîzî ne.

"Xanî bingeha yekîtiya Kurdan daniye"

Fikr û felsefeya Ehmedê Xanî ya li ser tifaqa Kurdan û bêdewletbûnê, piştî nêzî 400 salan jî hîn rê nîşanî Kurdan dide.

Siyasetmedara Kurd Gulser Yildirimê got, “Ehmedê Xanî li çar parçeyên Kurdistanê bingeha fikra yekîtiya neteweyî daniye. Felsefeya wî berpirsyariyê dixe ser milê hemû partiyên Kurd.

Erê navê berhemê Mem û Zîn e lê di eslê xwe de behsa azadiya Kurd û Kurdistanê dike. Bekoyên gelê Kurd nehiştine ku Kurd ti carî bibin yek.”

Ji bo girîngiya vê yekê, di 26ê Tîrmeha 2025an de li Bazîdê "Konferansa Girîngiya Yekîtiya Kurdan" hat lidarxistin û encamnameya wê li ber tirba Xanî wekî diyariyek ji bo giyanê wî hat xwendin.

Nivîskar û parlamenterê berê Hasan Ozguneş jî got, “Ger gelê Kurd tifaqa xwe pêk bianiya, dikarîbûn bandorê li tevahiya Rojhilata Navîn bikin. Şîreta Ehmedê Xanî hêj jî ji bo me derbasdar e.”

Navenda geştyariya baweriyê

Ehmedê Xanî li herêmê wekî kesayetekî pîroz tê dîtin û di nav xelkê de bi navê "Xanî Baba" tê naskirin.

Tirba wî bûye wekî navendeke geştyariya baweriyê û ji her çar aliyan ve xelk serdana wê dikin.

Esnafê Bazîdî Seyfî Baglam got, “Ev 25 sal in ez li vir kar dikim. Ji Ewropayê heta Japonyayê xelk tê ziyareta tirbê lê ev der bêxwedî ye paqij nîne.”

Esnafekî din ê bi navê Îsmaîl Polat jî diyar dike ku heta tabloyên ku ew difiroşin jî li Îranê çêdibin.

Geştyarên ku ji bajarên cuda tên ser gora Xanî diayan dikin.

“Xanî Baba zatekî bimbarek e”

Hecî Midur ji Tekîrdagê hatiye ser tirbê û got, “Xanî Baba zatekî bimbarek e. Ez ji Tekîrdagê hatime ziyareta wî.”

Geştyara bi navê Muzeyyenê jî got, “Ew zatekî mezin e. Em her car tên ser qebra wî. Xwedê ziyareta me qebûl bike.”

Welatiyê bi navê Mehmet Beydogan jî ji Wanê: “Em dibînin ku helbest û pirtûkên wî yên Kurdî li vir nînin. Ev kêmasiyeke mezin e.”

Tirb ne tenê bala xelkê herêmê lê bala geştyarên biyanî jî dikşîne.

Ewa berpirsa komeke çiyagerên Polonyayî ye. Ewa jî hatiye ser gora Ehmedê Xanî û wê jî got, “Ez ne tenê ji ber ku ev der cihekî naskirî ye lê ji ber ku xwedî enerjiyeke taybet e hatime vir.

Ez dizanim ku ji hin aliyan ve dîroka we ya trajîk û ya me Polonyayiyan dişibin hev.”

Ehmedê Xanî ku nivîskarê şaheserên wekî Mem û Zîn, Nûbihara Biçûkan û Eqîdeya Îmanê ye, di sala 1707an de li Bazîdê koça dawî kiriye.

Piştî sedsalan, malika wî ya navdar, “Ger dê hebûya me îttîfaqek / vêkra bikira me înqiyadek”, hîn jî di siyaseta Kurdî de wek rêberekê tê bibîranîn û nifşên nû hewl didin guh bidin vê şîreta dîrokî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst