Li Rihayê firin derbasî sîstema gazê dibin

03-08-2025
RÛDAW
Nîşan Riha Firin Gaza Xwezayî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê firinên nanpêjiyê hêdî hêdî dest ji êzingan berdidin û derbasî sîstema gazê dibin.

Li Bakurê Kurdistanê firinên nanpêjiyê yên Rihayê navdar in û salên dirêj nan bi agirê daran dihat pijandin.

Firinên Rihayê li gel nanpêjiyê xwarinên siniyan jî dipijandin.

Lê li Rihayê firin êdî ji ber pirsgirêkên aborî dest ji kevneşopiya xwe berdidin û ji ber ku erzan e gaza xwezayî bi kar tînin.

Guherîna sîstema firinan nerazîbûna xelkê bi xwe re anî.

Xelk ji ber guhertina vê kevneşopiyê nîgeraniyên xwe tînin ziman û dibêje nanê ku li ser agirê daran û komirê dihate pijandin, hem xwezayîtir û hem jî saxlemtir bû.

Xwediyên firinan jî dibêjin, nanê bi agirê gazê jî xweş e û ti cudahî di navbera wan de nîne.

Li hemberî firinên sîstema xwe guherîne gelek firin jî heta niha daran bi kar tînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst