Hewlêr (Rûdaw) – Dêra Mor Gabrîel a li navçeya Midyadê ya parêzgeha Mêrdînê tevî germahiya zêde jî yek ji navendên sereke yên geştyariyê ye.
Dêra dîrokî salane mazûvaniya bi deh hezaran geştyarên navxwe û biyanî dike.
Dêra Mor Gabrîel yek ji manastirên herî kevn ên Siryanan e û dîroka wê vedigere sala 397an.
Ew ji aliyê Mor Şimuel û xwendekarê wî Mor Şemun ve li ser bermahiyên perestgeheke Zerdeştiyan hatiye avakirin.
Tevî pileya germahiyê ya bilind jî rojane bi dehan komên geştyaran ji çar aliyên cîhanê diçin serdana dêrê.
Geştyarên ku diçin serdana dêrê, heyranê mîmarî û atmosfera wê ya dîrokî dimînin.
Mehdiyê ku mêvanên xwe yên ji Mêrsînê li herêmê digerîne got:
“Ez ji Mêrdînê me û min mêvanên xwe anîne vir.
Em niha li Manastira Mor Gabrîel in.
Ev der ne di nava bajêr de ye lê pêwîst e mirov werin serdana cihên wiha.”
Navê dêrê ji Gabrîelê metranê pîroz ê Siryaan tê.
Ji ber vê yekê ji aliyê Xiristiyanên Ortodoks ve wekî cihekî pîroz û girîng tê dîtin.
“Em hatin da ku olên cuda nas bikin”
Umîdê ku bi malbata xwe re ji Enqereyê hatiye, Mêrdîn wekî cihekî taybet dibîne û wiha axivî:
“Em ji bo geşteke Riha, Dîlok û Mêrdînê hatibûn lê cihê ku herî zêde min eciband Mêrdîn bû.
Bi rastî bi dîrok û xwezaya xwe cihekî gelek xweş e.
Îro jî em hatin serdana dêrê da ku olên cuda nas bikin.”
Berpirsê Dêra Mor Gabrîel Anderas Aktaş ji Rûdawê re ragihand ku eleqeyeke mezin li ser dêrê heye û anî ziman:
“Ji hemû derên cîhanê mêvanên me tên.
Salane derdora 70 heta 80 hezar geştyar tên serdana me.
Rêberên me hene û em alîkariya wan dikin da ku ew di nav dêrê de bigerin.”
Deriyên dêrê her roj di navbera saet 09:00-11:30 û 13:00-16:30an de ji bo serdanan vekirî ne.
Heqê têketinê 150 lîreyên Tirkî ye (nêzîkî 3,70 dolar).
Dêra Mor Gabrîel sala 2021ê ketiye Lîsteya Demkî ya Mîrateya Cîhanî ya UNESCOyê.
Di nava dêrê de beşên wekî metbex, cihên civîn û perwerdeyê hene û niha jî nêzîkî 60 kesî tê de dijîn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse