DEM Partî: Em bangî Tirkiyeyê dikin ku Komkujiya Êzidiyan nas bike

03-08-2025
RÛDAW
Nîşan Kurdên Êzidî DEM Partî Komkujiya Kurdên Êzidî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - DEM Partiyêji bo naskirina komkujiya li Kurdên Êzidî bang kir û got, "Em bangî raya giştî ya navneteweyî û dewleta Tirk dikin ku vê komkujiya li dijî gelê Êzidî nas bikin, rêzê li vîna xelkê Şingalê bigirin."

Îro di ser komkujiya Kurdên Êzidî re 11 sal derbas dibin ku li Şingalê bi destê DAIŞê zêdetirî 5 hezar Kurdên Êzidî hatin kuştin.

DAIŞê 3yê Tebaxa 2014an êrişî Şingalê kir û bi hezaran Kurdên Êzidî kuştin.

Bi hezaran jin û zarok hatin dîl girtin û revandin û bi sed hezaran kes jî koçber bûn.

Her wiha ji ber şer, ji sedî 80yê bajar û gundên Şingalê wêran bûn.

DEM Partiyê li ser Komkujiya Kurdên Êzidî daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniya bi îmzeya Hevseroka Komîsyona Gel û Baweriyan a DEM Partiyê Yuksel Mutluyê de hat diyarkirin ku 3yê Tebaxa 2014an li Şingalê ji aliyê DAIŞê ve êriş li dijî gelê Êzidî hatiye kirin û ev êriş “wekî lekeyeke reş di dîroka mirovahiyê de hatiye nivîsandin.”

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Di vê hovîtiyê de zêdetirî 5 hezar Êzidî hatin qetilkirin, bi hezaran kes hatin revandin; jin û zarok hatin kolekirin û rastî îşkenceyên sîstematîk hatin.

Tevî ku 11 sal derbas bûne jî, zêdetirî hezar jin û zarokên Êzidî hîn winda ne û çarenivîsa wan ne diyar e.

Her çend ev êrişên li dijî gelê Êzidî ji aliyê hin sazî û dewletên navneteweyî ve wekî komkujiyê hatibin naskirin jî, di raya giştî ya navneteweyî de hîn jî îradeyeke naskirinê ya giştî û bibiryar çênebûye.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:

"Gelê Êzidî, hilgirê bawerî û çandeke kevnar e ku bi sedsalan e li ser vê axê hebûna xwe didomîne.

Ev gelê ku di dîrokê de bi 74 fermanan hewl hatiye dayîn ku were tunekirin, her carê bi berxwedanê hebûna xwe domandiye û bawerî û nasnameya xwe parastiye.

3yê Tebaxê ne tenê rojeke bîranînê ye, di heman demê de bangeke rojane ya têkoşîna heqîqet, edalet û rûmetê ya gelê Êzidî ye."

“Avahiya demografîk a li Şingalê hîn di bin metirsiyê de ye”

“Mixabin, tevî 11 salên borî jî êşên mezin ên ku Êzidiyan kişandine bi temamî nehatine telafîkirin; pêvajoya edalet û rûbirûbûnê nehatiye temamkirin.

Avahiya demografîk a li Şingalê hîn jî di bin metirsiyê de ye.

Mafê vegera Êzidiyan a li ser axa xwe di pratîkê de tê astengkirin û berdewamiya îdeolojîk û leşkerî ya DAIŞê bi awayên cuda hebûna xwe didomîne.

Li Rojhilata Navîn, bi taybetî li Sûriyeyê, heman zîhniyeta tarî zext, gef û êrişên xwe yên li dijî Elewî, Durzî, jin û komên baweriyên cuda didomîne.

Mafên jiyanê yên jinan tên paşguhkirin; li ser bingeha nasname û baweriyê êrişên sîstematîk li ser gelan tên kirin.

Ev bêdengiya civaka navneteweyî dibe sedem ku edalet dereng bikeve û heqîqet neyê dîtin.

Wekî DEM Partî, em komkujiya li dijî gelê Êzidî hatiye kirin şermezar dikin û kesên ku me di komkujiyê de ji dest daye, careke din bi êşeke kûr bi bîr tînin.

Em bi awayekî xurt tekez dikin ku em li gel têkoşîna edalet, heqîqet û azadiyê ya gelê Êzidî yê kevnar in.

“Em bang li dewleta Tirk dikin ku komkujiya li dijî gelê Êzidî nas bike”

Em bangî raya giştî ya navneteweyî û dewleta Tirk dikin ku vê komkujiya li dijî gelê Êzidî nas bikin, rêzê li vîna xelkê Şingalê bigirin, ji bo dîtina kesên winda dest bi hewldanên pêwîst bikin û ji bo ku Êzidî li ser axa xwe bi awayekî azad û ewle jiyana xwe bidomînin berpirsyariyê bigirin ser xwe.

Yên ku jin û zarok kirin kole, yên ku tarîtî firotin, di rûpelên şermê yên dîrokê de hatine nivîsandin.

Rûbirûbûna bi vê tariyê re ne tenê berpirsyariya doh, lê ya îro û ya paşerojê ye jî.

Ji bo ku paşeroj di tariyê de nemîne, îro erkek li ser milê me hemûyan e ku em dengê edaletê bilind bikin, bîranînê geş bikin û bibin şirîkê berxwedana Êzidiyan.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst