Hewlêr (Rûdaw) - Serokê CHPyê Ozgur Ozel li ser pêvajoyê aştiyê got, "Em li ser paketeke demokratîkbûnê ya ku pirsfgirêka Kurdan înkar nake kar dikin."
Hevserokên DEM Partiya Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan li Navenda Giştî ya CHPyê bi Ozgur Ozel re civiyan.
Piştî civînî konferanseke çapemeniyê ya hevpar hat lidarxistin.
"Erkên girîng dikevin ser milê dewlet û muxalefetê"
Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogullarî li ser civînê wiha axivî:
"Me îro hevdîtineke gelekî bikêrhatî pêk anî. Me hem bipêşketinên li Tirkiyeyê hem jî qetlîamên li dijî Elewiyan ên li Sûriyeyê û çawaniya tedbîrên ji bo van çalakiyan nirxandin.
Me derbarê banga ku Birêz Abdullah Ocalan kiriye de agahî dan wan. Û îro, derbarê mijarên ku me bi taybetî qala wan kiriye, bi taybetî jî banga ku Birêz Ocalan kiriye, me dest bi zincîreyeke hevdîtinan kir da ku em agahî bidin wan û bi hev re nirxandinê bikin.
Serê sibê em çûn serdana EMEPê. Îro me CHP ziyaret kir. Ev hevdîtinên me dê berdewam bikin.
Ew gelekî giring e ku pêvajoya aştiyê bi ti awayî neyê hebakirin. Di vê wateyê de, erkên girîng dikevin ser milê dewlet û muxalefetê.
Îro wan derbarê paketa demokratîkbûnê ku bi çareseriya pirsgirêka Kurdan ve têkildar e de agahî dan me."
"Divê pêvajoya aştiyê bi ti awayî neyê hebakirin"
Hatîmogullari wiha berdewam kir:
"Di encama vê bangê de, amadekirin û avakirina hin zemînên ji bo ku ev pêvajo xwedî bingeheke qanûnî û dadî be, dê gelekî biqîmet û girîng be.
Me ev mijar bi Birêz Ozgur Ozel û heyeta wî re jî nirxand. Ez careke din tekeziyê li wê yekê dikim ku rola parlamentoyê di vê pêvajoyê de dê çi qasî alîkariya aştiya civakî bike.
Ez bi taybetî dixwazim balê bikişînim ser pêvajoya bêpevçûnê. Divê zemîna pêkanîna pêvajoya fesixkirinê bi awayekî xurt were amadekirin.
Destpêkirina pêvajoya bêpevçûnê girîng e. Her wiha giringiya gavên ku dê li ser zemîna parlamentoyê werin avêtin, ango destpêkirina pêvajoyeke qanûnî di vê pêvajoyê de gelekî girîng e.
Gelekî girîng e ku pêvajoya aştiyê bi ti awayî neyê xirabkirin. Di vê wateyê de, erkên girîng dikevin ser milê dewletê û muxalefetê.
Îro wan derbarê paketa demokratîkbûnê ku bi çareseriya pirsgirêka Kurd ve têkildar e de agahî dan me."
Hatîmogullariyê behsa qetlîama Elewiyan a li Sûriyeyê jî kir û wiha pê de çû:
"Ez dixwazim bala we bikişînim ser wê yekê ku em niha li Tirkiyeyê û li herêmê rûbirûyî qetlîama herî mezin a Elewiyan a ku heta niha çêbû ne.
Sekinandina qetlîama Elewiyan demildest û naskirina têkoşîna demokratîk a gelê Kurd a li Sûriyeyê tiştên girîng û biqîmet in."
"Em li ser paketeke demokratîkbûnê ya ku pirsfgirêka Kurdan înkar nake kar dikin"
Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel jî wiha axivî:
"Eger pêvajoyeke şer û pevçûnê were terkkirin, eger rêxistina terorê çekên xwe deyne, eger xwe fesix bike, eger êdî ti dayik negirîn, eger şehîd neyên, eger xwîn bisekine, eger êdî zarokên sêwî çênebin, erkê ku gel daye me ew e ku em alîkariya vê pêvajoyê bikin.
Eger mirov vê destûrê ji gel wergire û çi dibe bila bibe li dijî vê pêvajoyê derketin tê wê wateyê ji hêsir û xwîna dirije re ti çareseriya min nîne."
Ozel wiha berdewam kir:
"Em li ser paketeke demokratîkbûnê dixebitin ku pirsgirêka Kurd înkar nake, pirsgirêka Kurd derve nahêle, berevajî wê, pirsgirêka Kurd dihewîne û wê çareser dike.
Û dema li parlamentoyê xebat li ser vê pirsgirêkê dest pê bike, em dê bi awayekî ku erka xwe bi cih tînin li wir amade bin.
Armanca me Tirkiyeyeke ku hem Kurd hem Tirk, hem Elewî hem Sunî, bi kurtî hemû kes bêyî ku nasnameya wan a etnîkî yan bawerî û mezheba wan çi be, xwedî demokrasiyeke temam e, civakeke ku her kes xwe wekhev dibîne.
Ji bo vê divê hemû rêkûpêkiyên qanûnî werin çêkirin. Lêgerîna çareseriyê di zemînên ku li derveyî Parlamentoya Tirkiyeyê hatine avakirin de, nabe lêgerîna çareseriyeke rast.
Ji ber vê yekê, ez îradeya xwe ya derbarê meşandina pêvajoyeke zelal, samîmî, parlamenter û ku dê lihevkirina civakî pêk bîne û razîbûna civakî çê bike, nîşan didim."
Qetlîamên Elewiyan
Li ser qetlîamên li Elewiyan ên li Sûriyeyê Ozgur Ozel wiha got:
"Derbarê êrişên li dijî Elewiyan ên li Sûriyeyê de, hevalên me bi heyeteke 15 kesî li herêmê ne.
Îro jî li ser sînor dê daxuyaniyekê ji çapemeniyê re bidin. Em jî mijarê bi baldarî û bi fikar dişopînin.
Bi mehan e, em ji vê desthilatê re dibêjin ku divê Sûriye pêşiyê bigihîke aramiya leşkerî, piştre jî aramiya siyasî, û ji bo vê jî divê hikûmeteke veguhêz ku hemû komên li Sûriyeyê; Kurd, Tirkmen, Ereb, Durzî, Elewî, Sunî di nav de tên temsîlkirin hebe.
Û em Sûriyeyeke demokratîk pêşniyar dikin ku dê bi destûreke ku ev hemû pêkhate tê de werin temsîlkirin û bi hilbijartinên ku dê ew bi hev re birêvebiriyê bikin, were avakirin.
Ew dixwazin vê yekê bi aktorekî ku krawat xistine stûyê wî pêk bînin û bawer dikin ku ev dê bi tenduristî bi pêş ve biçe.
Berpirsyarê windahiyên sivîl ku tê gotin ji hezaran zêdetir in, kî ye? Qetlîamek pêk tê. Berpirsyarê vê kî ye?
Meha kanûna pêşîn wan serkeftineke mezin îlan kiribû. Encam ev e? Qetlîama Elewiyan e?
Ma gelo wan kesên ku hûn wekî muhatedên rewa dibînin gelo ew rê li ber qetlîama Elewiyan digirin?
Ji her hêsira ku li Sûriyeyê dirije ew kes berpirsyar in ku piştgiriya temam didin rejîma îroyîn û vê rejîmê wekî hikûmeteke derbazok a meşrû û ku hemûyan dihewîne, pêşkêş dikin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse