Li Şêxanê xwîn rijiya: 3 kes hatin kuştin

03-09-2025
Nîşan Şêxan Asayîş Madeyên Hişbir Kuştî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li qezaya Şêxanê ya Dihokê di pevçûneke li gel kesekî ku tê gotin "bazirganekî madeyên hişbir e" de 2 endamên Asayîşê û êrişkar hatin kuştin.

Qaymeqamê Şêxanê ragihand ku di bûyerê de 3 kes jî birîndar bûne.

Nûçegihanê Rûdawê Eyûb Nisrî ragihand ku bûyer doh derdora saet 23:00yê şevê qewimiye.

Piştî ku "bazirganê madeyên hişbir" çûye holeke şahiyan, hêzên Asayîşê bi pey wî ketine û wî jî gule li hêzên Asayîşê reşandine.

Qaymeqamê Şêxanê Serdar Şêx Yehya ji Rûdawê re ragihand ku di pevçûnê de "du endamên Asayîşê şehîd ketine."

Li gorî gotina Qaymeqamê Şêxanê, di pevçûnê de êrişkar jî hatiye kuştin.

Serdar Şêx Yehya her wiha da zanîn ku di bûyerê de 3 kes jî birîndar bûne û rewşa 2yan ji wan giran e.

Li gorî agahiyên Rûdawê, hêzên Asayîşê ev demek bû çavdêriya wî "bazirganê madeyên hişbir" dikir.

Berpirsekî Nexweşxaneya Şêxanê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re piştrast kiribû ku "du term û sê birîndar gihîştine nexweşxaneya wan."

Nûçegihanê Rûdawê ragihand ku hêzên asayîşê rewş kontrol kiriye û niha rewş aram e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst