Li Êlihê darên nav bajêr hatin birîn

03-09-2025
RÛDAW
Nîşan Êlih Birîna Daran Gulistan Sonuk
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê şaredariya ku ji aliyê qeyûm ve tê birêvebirin bi hinceta sererastkirina trafîkê darên li navenda bajêr birîn.

Vê yekê nerazîbûneke mezin li dûv xwe anî.

“Ti taritî nikare tawanên we veşêre”

Hevseroka Şaredariya Êlihê Gulistan Sonuka ku li şûna wê qeyûm hatiye danîn, derengiya şevê çû cihê bûyerê û li ser hesabê xwe yê Xê bertek nîşan da û got:

“Demjimêr 3:00 ye. Şaredariya ku divê pirsgirêkên Êlihê çareser bike, di tariya şevê de daran dibire.

Qeyûmê ku di dema lehiyê de şiyar nebû, niha daran dibire.

Ti taritî nikare tawanên we veşêre.”

“Çareserî ne birîna daran e”

Gulistan Sonukê amaje pê kir ku ji bo sererastkirina trafîkê divê rêyên alternatîv bên dîtin û got:

“Ev proje nikare pirsgirêka trafîkê ya Êlihê çareser bike.

Tiştê ku çareser bike, avakirina rêyên nû ye. Armanca vê projeyê qirkirina jîngehê ye û rant e.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst